Ticker

10/recent/ticker-posts

DENGBÊJÊ NEMIR KARAPETÊ XAÇO

 


Karapetê Xaço li gor nasnameya ku dewleta Ermenistanê daye di 3’ê Îlona 1900’an de li gundê Bileyderê yê Qubîna Êlihê hatiye dinê. Karapetê Xaço wek Ermeniyekî heta mirina xwe bi eşqa klamên Kurdî deng veda di nava civata me de. Dewleta Osmanî li dijî Ermeniyan komkujî û tehcîreke mezin pêk tîne. Ji sala 1915’an heta sala 1939’an nêzîkî 2 milyon Ermenî tên sirgûnkirin û kuştin. Karapetê Xaço hem şahid hem jî mexdûrê wê demê ye. Dê û bavê wî di vê tevkujiyê de tên qetilkirin. Ew bi bira û xweşkên xwe re sêwî, belengaz, tî û birçî dimîne, rojên dijwar, bi êş û tirsnak derbas dike. Di 11-12 saliya xwe de diçe gel meta xwe. Meta wî di gundê Filîtê Qûto de bi Kurdekî re zewiciye. Heta xortaniya xwe di vî gundî de rêncberî, gavantî, şivantî û karkerî dike. Di zarokatiya xwe de bala xwe dide dengbêjiyê. Di hevpeyvînekê de wiha dibêje: “Ez zarok bûm, stranbêjek kor hebû, navê wî min bihîstibû ku Şako, stranan dibêje jixwe di wê demê de keset tune bûn me bi tu awayî nikarîbû stranan guhdar bikira. Ez xwe bi xwe hînê gotina stranan bûm.” Ew bi xêr û saya Şakoyê Korr hînî miqam, vegotin û lihevanîna klaman dibe. Hesenê Filît dibihîse ku dengê Karapet rinde û klamên xweş dibêje lê guhdar dike û jê dixwaze ku bibe dengbêjê wî. Karapêt bi salan di bin xizmeta Hesenê Filît de wek dengbêjekî zarşêrîn û dengnazik klamên xwe distrê. Gundê Hesenê Filît, bi xweyîkirin û parastina Ermeniyan navdar bû. Dewleta Osmanî çend caran xwestiye Hesenê Filît Ermeniyên li gund radestî dewletê bike, lê Hesen bi mirovên xwe yên çekdar ve li dijî dewlet û Alayên Hemîdiyê disekine, Ermeniyên gundê xwe diparêze. Bi destpêkirina berxwedan û serhildana Şêx Seîd re tirs û xofeke mezin dikeve dilê Ermeniyên Kurdistanê. Koça duyemîn ya girseyî li Ermeniyên Kurdistanê bi vê serhildanê re destpê dike. Ermeniyên Amed, Xerzan, Mûş û Elezîzê qefle bi qefle berê xwe didin Qamişloya Rojavayê Kurdistanê. Wê demê ji bo Ermeniyan cihê herî ewle Qamişlo bû. Karapet piştî serhildana Şêx Seîd dîsa jî naxwaze ku Kurdan biterikîne loma di vê demê de derbasî Qamişloyê nabe. Hinek çavkaniyên Kurdan sedema koçkirina Karapêt girêdayî serhildana Şêx Seîd dikin lê ev agahî ne rast e. Di sala 1929’an de berê xwe dide Qamişloyê. Suriye wê demê di bin nîr û serdestiya dewleta Fransayê de ye. Karapet li Qamişloyê bê kar û bar dimîne, ji bo ku debara xwe bike tevlî Lejyona Fransayê dibe. Wek leşkerekî Fransî di bajarên Qamişlo, Heseke û Dêrezorê de 15 salan kar dike û piştî xizmeta 15 salî teqawît dibe. Rewşa darayî ya Karapet di wan salan de pak e. Artêşa Fransayê meaş û derfetên baş dide. Di sala 1936’an de bi Yevaya Hagopê Ezîz re dizewice. Di wan deman de hunermendê navdar yê Kurd Seîd Axayê Cizîrî di lejnoya Fransayê de leşker e. Ew û Seîd hev nas dikin di demeke kurt de dibin dostê herî baş. Dostaniya wan her tim dewam dike. Di sala 1946’an de Dewleta Sovyetê bang dike ku hemû welatiyên Sovyêtê yên derve dijîn bila vegerin axa bav û kalên xwe. Karapêt vê bangewaziyê guhdar dike, di heman salê de bi malbata xwe re berê xwe dide Ermenistanê. Berî ku biçe Ermenîstanê efsarekî jê dipirse: ‘’ Tu girêdayî kîjan partî yî, yanê tu Bolşevîk î ?’’ Karapêt bersiv dide: ‘’Ez Kurd im, Bolşevîk – Molşevîk nas nakim, tenê dixwazim herim Hayastanê (Ermenistanê).’’ Karapêt dixwaze here Ermenistanê lê xwe wekî Ermeniyekî nabîne. Karapêt Kurd nîne lê xwe wekî Kurdekî dibîne. Her dem Kurdî xeber daye, bi zimanê Kurdî klam gotine, bi çand û edetên Kurdan, di bin parastina Kurdan de mezin bûye. Lewma bersiva wî ‘’Ez Kurd im’’ bûye. Xelîlê Çaçan dibihîse ku Ermeniyek klamên Kurdî dibêje, dixwaze ku bila were dengê wî qeyd bike loma karmendekî radyoyê dişîne dû Karapêtê Xaço. Bi biryar û hewldanên Xelîlê Çaçan dengê Karapêt tê qeydkirin û arşîvkirin. Ji wê demê şûn de dengê Karapetê Xaço bi saya radyoya Rewanê di nav Kurdan de belav dibe. Berî mirina xwe di roportajekê de wiha dibêje: ‘’ Qedera min jî ji qedera dengbêjên kurd yên din cudatir nîne. Emrê min bi dengbêjiyê derbas bû. Lê 50 mîlyon Kurd nikarîbûn li min xwedî derbikevin. Dengbêjê Ermenî Karapêtê Xaço di 15 Çileya 2005an de li gundê Solxoza Çaran a Ermenistanê jiyana xwe ji dest dide. Ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve li vî gundî tê binaxkirin. Karapêt herî zêde bi klamên xwe yên Evdalê Zeynê, Filîtê Qûto, Salih û Nûrê, Genc Xelîl, Derwêşê Evdî, Zembîlfiroş, Lê Lê Edûlê, Hesenîko, Lawikê Metînî û Sarê Rabe dihate naskirin.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar