Zehra Kara bi nasnav Zehra Penaber di sal 1989 de Li gundê Hilal di nav
malbatek welatparêz de çavên xwe li jiyanê vedike. Rêheval Zehra dema ji
malzaroka dayîka xwe ya Xudawend û jiyanê di welidîne veqetiya, li ser vê xaka
pîroz, ku bûyî warê jiyan û mirinê, heyanî heft saliya xwe jiyan kir. Lê hîn di
temenek biçûk de ku wê têr û tijî cîgera xwe ji hewaya wan mêrg û zozanan ne
dagirt, hîn di ber wan baranên bi bereket de bi dilê xwe şil ne bûyî, bi têra
xwe li ser berfa Kêla Memê ne leyîstî, ew ketin li ser rêya penaberiyê.
Rêwitiyek dur û dirêj li pêşiya wan bû. Bi wan
çavên xwe yên biçûk li derdora xwe, li gundê ku jê dayîk bûyî temaşe dikir û di
her gav avêtina xwe de ew gund li pey wê dima û ji wan waran dûrdiket. Li
pêşiya xwe di nêrî, diçû warên biyanî yên ku wê qet xiyal ne kirî, nizanibû wê
di kîjan rêyan re derbaz bibûya tenê di meşiya di ser vê rêyê de. Heyanî ku di
gihin warê çol û çolistan, warê dûpişk û maran. Gelek warên ku di şibiya gundên
wan, wê derbaz kir, erê dişibiyan gundên wan lê mîna gundên wan ji wan re nebûn
war û perestgeh. Pir ecêb bû ew war jî Kurdistan bû, warê dapîr û bapîrên wan
bû lê wan nedihewand, heyanî ku ew hatin
Mexmûrê. Baya wê ne mîna bayê zozanên wan
bû, kaniyên ku di ber mala wan re derbaz dibûn li vir nebûn, lê dîsa jî ev çol
ji wan re bû war. Rêheval Zehra di nav malbatek bi nirxên welatparêzî ve
giridayî û ji bo mafê xwe bûye penaber de mezin dibe. Li Mexmûrê bi zimanê dayîka
xwe dest bi dibistanê dike. Di nav xwendevana de dibe kesek ji wan kesê ku di
dersê xwe de zane û zîrek. Di jiyana penaberiyê de xwe di pir hêlan de pêş dixe
û çi karê di nav wargehê de tê kirin di nav de cih digere. Bi taybet jî di nav
hemû çalekiyên ku dihat çêkirin de cih digire û wek jinek ciwan pêşengî ji bo
ciwanan dike. Kesayatek zane, zîrek û dikaribû bi her ferdek ku xwedî
taybetmediyên cudaye bide bistîne. Rûkenî û dilnizmiya wê dilê her ferdekê
kêfxweş dikir.
Belê heval Zehra heyanî şaneya herî biçûk a laşê xwe penaberî jiyan kir. Ji
bo ku dawî li vê rêwîtiya penaberiyê bîne, ji bo ku wan warên bi bereket azad
bike, di her kêliya jiyana xwe de ked da û bê westan meşiya û piştî ku ferq kir ji bo bigihê wan
rojên azad û li warên bi bereket jiyanek azad jiyan bike, di sala 2003 de berê
xwe da nava refên tevgera azadiyê. Wê di
zanîbû ku di nava tevgerê de wê hîn bêhtir xwe nasbike û bigihe sira jiyanê.
Jiyana wê her rêwîtî bû, diyare ku aşiqê rêyane ku wê her hewl dida ku bibe
rêwiyek baş ku mafê van rêyan bide. Di demek kin de xwe di bîrdoziya Rêbertî de
pêş dixe û dibe mînakek di nav hevalên xwe de. Rêheval Zehra ku di jiyanê de
mirovek fedekar, kedkar û xwedî cesaret bû, hewl da ku xwe bi koka civakî ya
jina Kurd re ji nû ve bafirîne û tiştên ku bi hezaran salan ji destê jin hatine
windakirin, ji nû ve bi dest bixe û di kesayeta xwe de pêk bîne. Belê heval Zehra
rêwiyek bû ser rêya heqîqetê. Di vê rêya heqîqetê de vê carê berê xwe dabû
Rojavayê Kurdîstanê. di vê serdema 21’an de li beramberî çeteyên hov ku dijminê
jin û destkeftiyên mirovahiyê ye di sala 2014’an de bi wê hêzê, ji bo ku li
beramberî çeteyên DAIŞ’ê ji bo dîroka jina berxwedêr û têkoşer ji nûve binivîse
û tola jinên Şengalê û Rojavayê Kurdistanê ji wan çeteyan bistîne, kêlî bi kêlî
bi hevalên xwe re şer kir û ji bo avakirina şoreşa jinê, şoreşa mirovahiyê
têdikoşe. Ji bo ku êdî zarok ji warên xwe penaber nebin li ser xaka xwe azad
jiyan bikin heta kêliya jiyana xwe ya dawyê şer kir û di sala 03.02.2014’an de
tevlî karwanên nemira bû.

0 Yorumlar