Ticker

10/recent/ticker-posts

‘HER CIH XWEDÎ DENG Û ŞÊWAZEK CÛDA YE’

Emîne Şaxî ya ku ev 25 salin di xebatên Çand û Hunera Mexmûrê de cihê xwe digire qala parastina dengbêjiya jinan kir û got: “Parastina dengbêjiyê, parastina çanda xwe ye.’

Jiyan Pîran


Gelê Kurd di aliyê çandê de gelek dewlemende, bi taybet di aliyê dengbêjiyê de. Ji wê zêdetir kevîntîrîn rêbazê paratsina çanda Kurdan dengbêjî ye. Ji ber ku di her civatek ya gelê Kurd de dengbêjiyên di hatin strandin li gorî rewş û cih şêwe girtine. Mînak di palehiyê de, li zozanan, di şahî, şîn, guhertina werzên xwezayê de, her wiha li ser evîndarî, şer û êrişên li ser civakê de bi dengbêjî û şêwazên taybet hatin vegotin. Têkildarî parastina çanda dengbêjiya Kurdan û dengbêjiya jin, Emîne Şexî ji rojnameya me re axivî.

‘Di hemû qadên jiyanê de dengbêjî di hatin gotin’

Emîne Şaxî di destpêka axaftina xwe de balkişad li ser jiyana gund ku çawan di her civatek û kombûna li gel hev de hewl didan bi dengbêjiyê reng bidin kar û cihê lê diman û wiha got: “Me ji ber êrişên dewleta Tirk jiyana gund jiyan nekir. Lê tişta di bîra min de mayî ewe ku dema em li gund, gundiyan li gel hev karê xwe dikir. Di demê paletiyê de yên ji me mezintir bi dengbêjiyan karê xwe bi ser de dibirin. Di hemû qadên jiyanê de dengbêjî di hatin gotin, lê ne bi heman şêwazî. Her êşek, her şahiyek û her kombûnek ya me bi rengek cûda ya dengbêjiyê şêwaz digirt. Denbêjiyên li zozanan di hatin gotin, di şahiyan de ne dihatin gotin. Dema karê genîm dirûtinê di hatin kirin dengbêjiya wê cûda bûn. Her cihek xwedî deng û şêwazek cûda bû.”

‘Jin êşê dikişînin û di hindirê xwe de dişewitin’

Emîne Şaxî di berdewamiya axaftinê xwe de diyar kir ku jinên ne dengbêj jî be, lê di kêliyên jiyanê de her tim bi lorîk û heyranokan êşa dengê xwe vehunandiye û wiha pêde çû: “Min ti caran di gund de dengbêjî ne digot, lê di malbata min de gelek dengbêj hebûn. Dema me dixwest em li gel yên ji xwe mezintir bibêjîn, ne dihêlan em gel wan bêjin. Di gotin dengê me hev nagire. Lê dema ku em hatin wargehê min di nava xebatên çand û hunera Mexmûrê de cih girt. Bi demê re havalên me yên dengbêj gotin min ‘Tu jî di nava koma dengbêjên jin de cihê xwe bigire.’ Min destpêkê zêde cesart nedikir ji ber ku min ti caran di nava gel de dengbêjî ne gotibû. Hevalên me yên jin ên dengbêj bi min re bûn alîkar û hêdî hêdî min cihê xwe di xebatên dengbêjiyê de girt. Ji ber ku di hemû aliyên jiyanê de jin êşê dikişînin û di hindirê xwe de dişewitin tenê di kêliyek ê jiyanê de jî be yan jî dema dayîk landika zarokên xwe di hejîne jî lorîkên dil bi êş vedibêjin. Her jinek bi qasî bibe dengbêj êşiyaye.”

Emîne Şaxî di dawiya gotinên xwe de destnîşan dike ku parastina dengbêjiyê, parastina çanda xwe ye û wiha vedibêje: “Ji bo parastina vê çandê ne tenê hindek kes be, pêwîste her ferdek yê civakê parastina çanda xwe ya gelêrî bike. Ji ber ku çanda dengbêjî nasnameya civaka Kurd e. Bi taybetî di roja me ya îro de divê ciwanên me çanda xwe bi parêzin û bi kêrhatinên xwe yên nû çanda xwe dewlemend bikin.”


Yorum Gönder

0 Yorumlar