Ticker

10/recent/ticker-posts

JIYANA XWEŞ


Modernîteya kapîtalîst ji her sîstema desthilatdariya berê zêdetir xwe dispêre êrişên bi awayekî îdeolojîk li hemberî cewherê civakê, civakbûyîn û ev çanda ku rastiya civakê îfade dike. Lewma tehlîl kirin û vala derxistina wan êrişan ji bo parastina hebûna me şert û erkekî sereke ye. Em berê xwe didin kuderê û di her keliyê de hestên me di bin bombebarana şerê taybet de derbas dibe. Her car em telefona xwe vedikin yan li televizyonê meyze bikin teqes bi konsepta dijmin re rû bi rû dimînin. Em çiqasî armanca dijmin fêhm bikin ango çawa dixwaze me bandor bike û bikişînin ber bi rastiya wan, emê ewqasî bikarîbin heqîqeta xwe biparêzin û ev şerê qirej teşhîr bikin. Ji bo wê divê em ji xwe destpebikin, ez li çi mûzîkê guhdar dikim, çi filmî temaşe dikim yan jî çi lîstokê dileyîzim? Gelo yê ku ev naverok amadekirine ji çi bandor bûn û dixwazin çi bidin fêhmkirin? Ji vî alî ve girînge ku em sivik negirin dest û xwe nexapînin. Mînak ji rêzefilmekî popûler ê Tirkan em pir rehet dikarin bêjin, ‘ev tenê filmeke, normale, nizanim çi yê wî xweş e…’ lê em pir zêde di xwe de lêpirsîn nakin ka her roj ez li wan guhdar bikim gelo ez hîç lê bandor nabim? Encama wî di axaftina me de, dî terzê me yê cil û berg lixwekirinê de û heta di tevgerên me de xwe dide der. Nexwe em ji derve bandor nabin, emê çima xwe bişibînin hinekan? Mirov nikare wan tiştan hemû bi tercihên kesî îzah bike, jixwe hemû meyzekirina me ya kesî di asta jor de dibe berhemên derdor û civaka me. Madem wisaye pêwîste em bibînin ku ev bandor li ser me tenê di şikil de nîne hîn xetertir, meyzekirin û şirovêyên me yên xweşîkbûnê bi xwe têne guhertin. Di navbera etîk (exlaq) û estetîk (xweşîkbûn) a civakê de girêdanbûyînekî pir şidayî heye ango bi guhertina pîvanên me yên xweşikbûyîn û jiyana xweşîk ve dijmin raste rast êrîş dibe ser exlaqa civakê. Hindik hindik dixwaze hemû dinyayê ber bi hegamoniya xwe ve bikşîne. Yekdestdariya çandan ji naylonê ava bike û heqîqeta pir rengî ya civakan cuda cuda di zikê xwe de bihelîne.

Rêber Apo giraniyekî pir zêde dide dahûrandina xweşîkbûn û hezkirinê ya di asta felsefîk û jiyanî de. Serokatî pir bi israr tîne ser ziman ku xweşîkbûn bi tenê fizikî nayê îfade kirin. Bi kurtahî em dikarin xweşîkbûnê bi çend xalan ve bînin li ser ziman.

1-) Weke ku her giha li ser koka xwe hişîn dibe, mirov jî li ser cewherê xwe xweşîk dibe. Dema ku em bi dîrok, çand û civaka xwe ve girêdayî bin, emê rastiya xweşîkbûn di xwe de bidin jiyîn.

2-) Bi lêgerîna heqîqetê mirov balkêş û herikbar dibe. Lêgerîna me ya bê dawî dihêle ku em weke av biherikin û xwe nû bikin. Bi taybetmendiya lêgerînvan ve em dikarin xefikên dijmin deşîfre bikin û ber bi cewherê xwe ve bikşînin.

3-) Bi şerê azadiyê û bi serkeftinê mirov digihîje xweşîkbûna herî kûr û watedar. Di dîroka PKK û rastiya şehîdan de mirov vê rastiyê pir eşkere dibîne, yê ku herî zêde biserkeftîn, bi doza gelê xwe û bindestan ve girêdayî bûn û li gor wê hemû hebûna xwe amedekirin îro gihiştine xweşîkbûna xwedawendîtiyê.

Şehîd Zîlan, Şehîd Berîtan, Şehîd Egîd û hemû şehîd bi awayekî herî sade rastiya vê xweşîk bûyîna ku di nav têkoşînê de tê qezenckirin radixe ber çavên me. Bi sekin, şer û serkeftina xwe ya mezin pîvana jiyanê bilind kirin û manewiyeteke bê hempa derxistin holê. Ger em jî li hemberî pîvanên xwêşîkbûnê rêzdarbin, divê em van mînakan di keseyeta xwe de bidin jiyîn. Dema ku em vê rastiyê di xwe de bihewînin, bêguman ew jî wê di şikil û terzê me de xwe biteyîsîne û diyar bibe. Ger di serî de, em di nav jiyana xwe ya rojane de dikarin li ser çanda xwe û li gor şertên li pêşiya xwe têkoşîn bidin meşandin û lêgerîna xwe bidomînin, ev bi serê xwe serkeftineke.

Destgirtina xweşîkbûnê ya ku her tim çavê xwe li derveyî rastiya xwe be, mirov dikare bêje di koka xwe de bi kesayeteke bindest ve girêdayî ye. Di şerê yekdestarî ya Modernîtiya Kapîtalîst de ev her tim taqtîkekî esasî ya dagirkerî û deshilatdariyêye ku di bin pençên xwe de divê ji çand û dîroka xwe dûr bênxistin. Wisa bê hêz bêhiştin heta bigihîjin astekî ku bi xwesteka xwe bi xwe, xwe bişibînin dijminê xwe, yanî xwe bihelînin. Lê kesayeta bi hêz xwe nas dikin û bi rastiya xwe, çand û dîroka xwe serbilind in. Dibe ku gelek caran kapîtalîzm rehetî û şiklî wekî destpêk û dawiya xweşîkbûnê pêşkêş dike, lê divê em bi xefikan neyên xapandin. Ew tiştên ku sîstemê danîne li pêşiya me, hemî dibe weke fêkiyek bi jehir. Yanî ji dûr ve çiqas dixwaze bala me bikşîne bi xwarina wê em nexweş dikevin, heta ji hindir ve dirizin. Taybet li Mexmûrê wek ciwan em xwedî dîrok û mîrateya tekoşînekî pir mezinin û bi xwe gihandina vê rastiyê û bilind kirina têkoşînê ve emê jiyanê xweş nas bikin.

 

                                                                                                         

 

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar