Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 100 xwendevanên Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn bi şahiyek girseyî mezun bûn. Her wiha xwendevanan bi peyamekê wiha ragihandin: “Em wek Qada Perwerdê ya şaxê Mexmûrê, bang li tevahî gelê Kurd dikin û dibêjin, parastina ziman, parastina nasnameyê ye û dest ji nasnameya xwe bernedin.”
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 100 xwendevanên Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn, bi şehiyekî girseyî mezun bûn.
Şahî li Dibistana Şehîd Koçerîn, bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, ji aliyê Qada Perwerdê ya şaxê Mexmûrê ve peyamek hat dayîn. Peyam ji aliyê xwendevana bi navê Guneş Tang ve hat xwendin.
Peyam wiha ye:
“Pêşxistina alfabeya zimanê Kurdî, ji bo gelê Kurd wek şoreşekî hat dîtin. Roja weşana kovara Hewar, di sala 2006’an de wek roja Cejna Zimanê Kurdî hat pejirandin. Ji wê rojê heta niha, ev roj li her derê tê pîroz kirin. Tûnekirina çand û zimanê me, armanca sereke ya dewleta Tirk e. Pêwîste em nebin alîkarê wan, em li herderê bi zimanê xwe baxivin. Em wek Qada Perwerdê ya şaxê Mexmûrê, bang li tevahî gelê Kurd dikin û dibêjin, parastina ziman, parastina nasnameyê ye û dest ji nasnameya xwe bernedin. Emê heta dawî ala Celadet Elî Bedirxan bilind bikin û rê nedin tûnekirina zimanê Kurdî.”
Her wiha piştî wê, Mamosta Mustefa Ergen têkildarî mezuniyeta xwendevanan axivî û wiha got: “Em xêrhatina gelê amade dikin. Îro encama 12 salên perwerdê ya xwendevanên me ne. Em gelek keyfxweşin ku em li vir nifşek nû li ser çand û zimanê dayîkê perwerde dikîn. Hemû xwendevanên me şayanê texdîrêne. Em wek mamoste û malbatên van xwendevanan, di tevahî jiyana wan de serkeftinê dixwazin û hêvîdikin, her yek ji van bibe pêşengek ji bo civaka me.”
Piştî axaftinan, navê xwendevanên mezunbûne hatin xwendin û li ser navê xwendevanan jî Helena Babat axivî. Helena Babat jî serkeftin ji tevahî xwendevanan re xwest û spasiya tevahî mamostayan kir.
Piştî wê sînevîzyonek li ser jiyana xwendevanên mezun bûne hat pîşandan û li pey wê de koma govendê derket ser dikê û hunerên xwe pêşkêşkirin.
Herî dawî Hunermend Narînxan hat ser dîkê û bernama pîrozbahiyê bi gerandina govendê bi dawî bû.
0 Yorumlar