Ji ber hişmendiya
feodaltî a civakê ku jin divê nexwîne û divê di mal de be, heval Zinarîn naşînîn
dibistanê. Rêheval Zinarîn li beranberê van paşverûtiya sîstemê her tim di nava
şerekî dibe. Tekoşîna wê ya li beranberê urf û adetên sîstema serdest, kesayetekî
radîkal derdixe holê. Rêheval Zinarîn di jiyana xwe de kesayetek fedekar û dilnizime.
Ev yek dihêle ku ji hêla heval û derdor ve bê heskirin. Di malbatê de nav xwişk
û birayên xwe de dibe kesek nimûne.
Rê heval
Zinarîn hê di temenê xwe yê biçûk de dibe şahidê êrişên dijmin. Naskirina wê ya
tevgera azadiyê re ferq kir ku ev jiyan ne azadî ye, ne ya wê ye, ne çarenûsa Kurdane
li ser vî esasê dikeve nava lêgerînekê. Divê tola azadiya ku ji dest hatiye
dizîn rakiribûya. Divê wek gulberojê berê xwe bizvirîne rojê û bikeve ser rêya
xwebûnê. Li ser vî esasê di sala 1992’an de dest bi meşa xwe ya azadiyê dike. Di
demek kin de wek jinekî xwe di bîrdoziya jin de pêşdixe û dibe yek ji wan şervanên
azadiyê. Di wan çiyayên azad de hem fêrî
şerê kesayetî û hem jî şerê çekdarî bû. Ew bi qasî ku fêr di bû fêr dikir.
Her ku
ezmûn û danahevên wê di nava jiyana gerîla de pêşdiket, kûrbûyîna wê zêdetir
dibû, aliyên wê yên jîr, kolektîf, wêrekî û fedekar hîn bi aweyeke diyarker
derdiketin holê. Rêheval Zinarîn xwe pêşxist û
meşa xwe ya çûyîna ser zoriyan de bê tirs dibe. Ji bo hevalên xwe dibe rêhevalekî
dilsoz. Di demek kin de li gelek herêman
dibîne û di çalakiyekê de birîndar dibe. Piştî tedawiya xwe derbazî Garê dibe û
dibe fermandarê taximê. Di sala 1998’an de di êrişa xiyenetkar û xwe firoşan a
PDK’ê de tevlî kervanên nemiran dibe. Lê ev evîna rêheval Zinarîn ne qediya ye.
Evîna azadiyê, di berbanga sibê de mezin dibe. Ev evîn ji aliyê mirovatiyê û
jinên Kurd ve bê tirs li beranberî dijminê hov û mirinê tekoşîn dike û heyfa sedan keç û xortên
Kurdan radike. Dibe hêviyên rondikên dayîkan.
0 Yorumlar