Li ser êrişa DAIŞ’ê ya 6’ê Tebaxa 2014’an a li ser Wargeha Mexmûrê re 9 sal derbazbûn. Şêniyên Mexmûrê yên ku wê demê li dijî DAIŞ’ê mil bi milê gerîlayan di nava şerdebûn gotin: “PDK wê demê ji her derê reviyan. Gerîla ji Qendîlê hatin, Başûrê Kurdistan û tevahî cîhan ji êrişên DAIŞ’ê parastin. PDK wek wê demê, niha jî li gel dijminên Kurdan cih digire!”
Armanc Herekol
Çeteyên DAIŞ’ê di 10’ê Hezîrana 2014’an de êrişî Mûsilê kirin û Mûsil dagirkirin. Piştî dagirkirina Mûsilê, di 3’yê Tebaxê de êrişî Şengalê kirin û li wir komkujî pêkanîn. Bi hezaran xelkê Şengalê qetilkirin û bi hezaran jin jî revandin. Piştî Şengalê di 6’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi heman armancê berê xwe dan Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û êrişek berfireh dan destpêkirin.
Beriya ku çeteyên DAIŞ’ê werin Herêma Mexmûr, peşmergeyên PDK’ê xelkê herêmê hêlan û reviyan. Li ser vê yekê ji bo parastina jin, zarok, kal û kesên ku astengdar, wargeh hate valakirin û piraniya xelkê wargehê berê xwe dan Hewlêr û Ranya. Li Herêma Mexmûrê, tenê Hêzên Parastina Cewherî (HPC) ya wargehê bi alîkariya gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê ku ji Qendîlê hewara gel hatibû, amadebûn. Êrişa DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê di 7’ê Tebaxa 2014’an de pêkhat. Wê demê Hêzên Parastina Cewherî yên wargehê û gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê bersiva êrişan da û şerkirin. Piştî rojekî ango di 8’ê Tebaxê de şer girantir bû û Rojnamevan Denîz Firat dema ku rastiya şer, hovîtiya DAIŞ’ê, xiyaneta PDK’ê û berxwedana gerîla û gelê Wargeha Mexmûrê ji raya giştî re parvedikir şehîd bû.
Piştî şerek giran û berxwedanekî dîrokî ya Hêzên Parastina Cewherî û gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê, di 10’ê Tebaxa 2014’an de Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin. Bi navek din, cara destpêkê çeteyên DAIŞ’ê ku di mejiyê tevahî cîhanê de xwe wek kesên ku nayêne kuştin û ji polanin dabûn rûnişkandin, li Wargeha Mexmûrê bi destê Hêzên Parastina Cewherî û gerîlayên azadiyê hatin şikandin. Bi vê yekê gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê, tirsa ku DAIŞ’ê di nava civakan de dayî çêkirin, dan şikandin. Piştî wê bi pêşengtiya Hêzên Parastina Cewherî û gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê, di 12’yê Îlona 2014’an de, li Navçeya Mexmûrê û gundewarên wê ku girêdayî bajarê Mûsilê ne, ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin û bi dehan çete hatin kuştin. Mixabin di wan pêngavên paqijkirina çeteyên DAIŞ’ê de 3’ê gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê yên bi navê Siyabend Zap, Avesta Harûn Firat û Diyar Şerewî gihiştin şahadetê. Piştî rizgarkirina wargehê 40 rojan, şêniyên wargehê careke din berê xwe dan Wargeha Mexmûrê.
Piştî rizgarkirina Wargeha Mexmûr ji destê çeteyên DAIŞ’ê, Serokê PDK’ê Mesud Barzanî bi fermandarên HPC-Mexmûr û HPG’ê re ketin nava têkiliyan û berê xwe da Wargeha Mexmûrê û li gel fermandarên gerîla û xelkê Mexmûrê rûnişt. Mesud Barzanî gelek soz dan xelkê Mexmûrê û hêzên HPG’ê, lê mixabin yek jî bi cih ne anîn. Lê belê hemû Kurd û cîhanê dît ku ger Hêzên Parastina Cewherî û gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê nebûna, wê niha Başûr û bi taybet Rojhilata Navîn giştî di destê çeteyên DAIŞ’ê de bûna.
Li ser êrişa çeteyên hov ên DAIŞ’ê re 9 sal derbaz bûn. Di 9’emîn salvegera êrişa DAIŞ’ê ya li ser Herêma Mexmûr û Wargeha Penaberan a Mexmûrê de, şêniyên Mexmûrê ên ku di sala 2014’an de li Herêma Mexmûrê dijî DAIŞ’ê şer kirî û ji nêz ve xiyaneta Mala Barzanî û berxwedana ji pola ya gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê dîtine, ji ajansa me re peyivîn.
‘PDK revî, wan şer kir!’
Şêniyê bi navê Ehmed Şehbaz ku ji destpêka êrişê heta roja dawî di nava şer de mayî, di serî de tevahî cangoriyên azadiyê bi minetdarî bibîr anî û got: “DAIŞ bi navê Îslamiyetê ku ti eleqeya xwe bi Îslamiyeta rast re neyî, hat avakirin û bû bela serê Kurdan. DAIŞ projeya Îran, Tirkiye, Iraq û Suriyê bû. Dixwestin bi destê DAIŞ’ê Kurdan qir bikin. Serkêşê wan çeteyan jî Erdogan bû. Bi vê hêza çeteyan navê misilmanan hat reşkirin. Bi navê ku emê dewleta Îslamî avabikin, tirs û xofek mezin xistin di dilê gel de. Ti eleqeya wan bi Îslamiyetê re nebûn. Armanca çeteyan ew bû ku Rojava û Şengal ji hev biqetînin, deriyê Sêmalkan bixin di bin destê xwe de. Ya esas ev plana dewleta Tirk û PDK’ê bû. Wargeha Mexmûr bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatiye avakirin û wisa jî tê birêverbirin. Ji ber wê yekê timî di hedefa dagirkeran de bû. Di 6’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişî wargehê kirin. Beriya ku DAIŞ êrişî Herêma Mexmûr bike, bi hezaran pêşmerge û leşkerên Iraqê li herêmê amadebûn. Sîrwan Barzanî wê demê amadebû. Wê demê me ji hêzên pêşmerge û leşkerên Iraqê re got ku emê bi hev re herêmê biparêzin. Lê mixabin pêşmerge û leşkerên Iraqê bi çekên xwe ve ji herêmê revîn. Em wek hêzên parastina Mexmûrê man tenê û me li dijî DAIŞ’ê şer kir.”
‘Gerîla tevahî cîhan ji DAIŞ’ê parast’
Ehmed Şehbaz di dewama axaftinên xwe de diyar kir ku PDK’ê hertim dixwest wargeh bê valakirin û wisa behsa rolê PDK’ê yên pêvajoya şerê li dijî DAIŞ’ê kir: “Em dû rojan li çiyayê Qereçox man, DAIŞ piştî dû rojan bi îstixbarata PDK’ê ket Wargeha Mexmûrê. PDK ji berê ve dixwest ku Mexmûr vala bibe. Di 2014’an de jî bi wê daxwazê, bi çek û seyaryên xwe ve ji Mexmûrê reviyan. Xiyaneta PDK’ê ya li beramberî Kurdan ji dîrokê ve heye. Di tevahî serhildanên Kurdan de Mala Barzanî xiyaneta xwe kiriye. Di pêvajoya DAIŞ’ê de Mala Barzanî hem Mexmûr û hem jî li Şengalê xiyaneta xwe kir. Hêzên HPG’ê li her derê ketin dewrê û gelê cîhanê ji hovîtiya DAIŞ’ê parastin. Em minetdarê gerîla ne. Lê niha mixabin PDK dîsa bi hevkariya dewleta Tirk êrişî parêzvanên mirovahiyê, ango gerîlayan dike.”
‘Bawerî bi pêşmergeyan nedihat
Li ser heman mijarê Şoreş Didêrî ku ew jî di nava şer de mabû peyivî û da zanîn ku di 24 demjimêran de DAIŞ’ê Mûsil vegirt û wiha behsa wan rojan dike: “Di nava bajarên Başûrê Kurdistanê de Musil yek ji bajarên herî mezine, hêza leşkerî ya Iraqê ya herî xurt li wêderê bûn. Lê di 24 demjimêran de hat dagirkirin. Piştî ku Musil ket destê DAIŞ’ê, li hemû herêman metirsiyek çêbû. DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxê de berê xwe da Şengalê. Wê demê pêşmerge li wir serwerbûn û mixabin pêşmergeyan xiyanet li Êzidiyan kir û ji Şengalê reviyan. Di 3’ê Tebaxê de DAIŞ êrişî Şengalê kir û li pêş çavê cîhanê xelkê Şengalê di komkujiyan re derbaz kirin. Piştî ku Şengal ji aliyê DAIŞ’ê ve hat girtin, me wek wargeh hinek amadekarî kirin. Ji ber ku êdî ti bawerî bi pêşmerge û leşkerên Iraqê nedihat. Di 6’ê Tebaxê de xiyaneta Mala Barzanî xwe li Mexmûrê jî da der û herêma Mexmûr hate valakirin. Tenê em wek hêzên parastina Mexmûr mabûn. Li hewara me gerîlayên azadiyê hatin û ev gerîla li her derê belavbûn.”
‘Gerîla hewara wan çû!’
Şoreş Didêrî di berdewamiya axaftinên xwe de bal kişand li ser reva pêşmergeyên Mala Barzanî û bibîrxist ku ger gerîla nebûna wê DAIŞ’ê niha tevahî cîhan xistiba bin destê xwe û wiha axivî: “Beriya ku DAIŞ were herêmê, pêşmergeyan cihê xwe berdan û reviyan. Wê demê ji derveyî Hêzên gerîla ku ji Qendîlê hewara me hatibû û xelkê wargehê, ti hêz û gel nemane di herêmê de. Me jî, kesên ku nikarin şer bikin û zarok derxistin. Me bi alîkariya hêzên gerîla re êrişên DAIŞ’ê şikandin û me nehişt Başûrê Kurdistanê bikeve destê DAIŞ’ê. Li Navçeya Mexmûrê şer giran bû. Wê demê çapameniya Mala Barzanî dîmenên şer ên gerîla weke ku wan şer kiriye diweşandin. Her wiha Mesud Barzanî hat Herêma Mexmûrê û bi hêzên gerîla re hevdîtin kirin, wê demê jî ti baweriya me li Mesud ne dihat.”
Herî dawî Şoreş Didêrî destnîşankir ku Hêzên Gerîla û Hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê ne tenê wargeh parast, tevahî Başûrê Kurdistanê ji êrişên DAIŞ’ê parast.”
Hêjayê gotinêye ku ji 2014’an ve DAIŞ’ê 2 caran êriş pêkanîne û di sala 2016’an de çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî veşartî derbasî wargehê bûn û di wê êrişê de gêrîlaya YJA-STAR’ê Denîz Binevş û welatiyê bi navê Rûşev şehîd bûn. Di heman demê de çeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin û yê din jî xwe teqand.
Her wiha di 2’yê Sibata 2020’an de jî çeteyên DAIŞ’ê êrişî wargehê kirin û di wê êrişê de jî 3 şivanên wargehê birîndar bûn û gerîlayekî HPG’ê yê bi navê Bêkes Ûrmiye şehîd bû û 2 çeteyên DAIŞ’ê jî wê demê hatin kuştin.
Wargeha Mexmûrê ku Hewlêr ji êriş û dagirkeriya DAIŞ’ê parastiye, ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve ji aliyê PDK’ê ve rêgiriyek li ser heye û rê nayê dayîn ku ne nexweş, karker û ne jî astengdar biçin nexweşxaneyê.
Piştî rêgiriya PDK-MÎT’ê 11 caran êrşên balafirên şer û balafirên bê mirov ên dewleta Tirk bi alîkariya PDK’ê li ser xelkê Mexmûr çêbûne û ji ber wan êrişan 7 kes şehîd bûne û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Her wiha 2 caran jî Iraqê bi daxwaza MÎT-PDK’ê hewl da ku wargehê dorpêç bike, lê berxwedana gel ew hewildanên wan vala derxist.
Gerîlayê HPG’ê Serdem Cûdî ku di şerê DAIŞ’ê de ji bo parastina Başûrê Kurdistanê li Mexmûr û Kerkûkê rolek sereke lehîst mixabin di êrişa hêzên PDK’ê ya Xelîfanê de li gel 5 hevalên xwe şehîdbû!
0 Yorumlar