Li ser serguyan termê jinan tê komkirin. Di dîroka 15’ê Tîrmeha 2024’an de di medyayê de nûçeyek “Îro li paytexta Kenya Naîrobiyê kujerê ku li xwe mikur hatiye gotiye ku wî di navbera sala 2022 heta 11’ê Tîrmeha 2024’an de 42 jin qetilkirine û termê wan avêtiye ser sergoyan”, derbas bû. Ev tenê ji hezar nûçeyan yeke, temenê kujer 33 sale jimara jinên qetilkirî, car û nîv qasî salên temenê wî û dema dest bi qetilkirinê kirî jî hema bêje serê her mehê 2 jin qetilkirine. Di medya pergala desthilat de tenê weke nûçeyek ji rêzê hate derbaskirin.
Her ku krîz û qeyranên ku pergalê
avakirine kûr dibin, xizanî û hejariya di aliyê aborî de pêşdikeve, şerên
fîzîkî û derûnî sor dikin, bi vêya di zilamê bi caran hatî xesandin de xerizeyên
cinsî weke yekane hêza desthilatdariyê û zilamtiyê gur dike, jinê weke mêtîngeha
li berdest pêşkêş dike rojane bi destê leşker, karmendên dewletê, zilam, bav, bira,
qaşo heskirî û zilamê hevdû berdayîn ve jin tên qetilkirin, dest dirêjî li
bedena wan tê kirin. Qada malê, kar û polîtîkayên bûne qadên şidet, îrade
şkandin, destdirêjî û sorkirina mêtîngeriya li ser jinê. Ev rê û resma berhemê
pergala pîrozkirina hişmendiya zilamtî û desthilata wî bi dirêjiya 5 hezar salî
hebûna xwe ya qirêj û bêhn girtî daye berdewamkirin. Di tevahiya temenê xwe yê
ne bi xêr de bi 24 demjimêran li ser nasname û hebûna jinê êrişên derûnî, fîzîkî
û çandî daye berdewamkirin. Di dirêjiya dîrokê de li hemberî her pêngav, pêşveçûn,
avabûnên bîrdozî, rêxistinên leşkerî, civakî û xizmetgûzariyên jinan, kêlî bi
kêlî pergalê pêngav û polîtîkayên dijber pêşxistine û heta fetisandine, bi
awayê herî bê pîvan bi serde çûye. Yên nekarî bi tamamî tine bike jî serî li
naverok valakirina wan daye. Bi qasî navendên çewisandina jinan, navendên
şopandina pêşveçûnên jinan jî dane avakirin ku bikarin di wextê de êriş û
alternatîfan pêkbînin.
Di sedsala 21’an de bi ked û pêşengiya Rêber Apo koka çanda Jin-Dayîkê ya
li Rojhilata Navîn, rûxmê şape û zelzeleyên
hezar salan serde hatî jî karî di asta kok de hebûna xwe bi parêze. Bi
xwîna hezaran cangoriyan ji nû de bişkivî û roja îro vegerya pergaleke cîhanî ku bi bîrdozî, partî, artêşa
bi reng, hest û zanista jinê têkoşîna azadiya hebûn û gerdûnî dide, bûye çiyayê
Qaf yê li pêşiya hişmendiya desthilata li ser jinê hatî avakirin. Şerê wekaletê
ku bi çeteyan dihate meşandin û ji van avaniya çeteyan ya herî bi hêz ku DAIŞ bûn
li Kurdistanê di bin pêşnegiya Jinên Kurd de hate şıkandin, li Rojhilatê
Kurdistanê bi Şîara Jin Jiyan Azadî bi deh hezaran kes li hemberî rejîma sêdarê
ya Îranê bi mehan têkoşînek bê hempa dan meşandin û weke serhildanên Jin Jiyan
Azadî derbazî rûpelên dîrokê bû. Li Şengalê YJŞ bi pêngavên Tolhildana Jinan
hesap ji dîroka 74 Fermana xwestin, îro li Çiyayên Kurdistanê bi bûyîna yek ya
dengê tilîlî û guleyên tifengên Gêrîlayên
YJA-Strar’ê re, derbên giran li artêşa
duwem ya NATO yê didin. Li gel van hemû pêşketinên dîrokî pergala Netew Dewlet
ku nûnerê dawî yê desthilatdariyê ye, li hemberî bîrdoziya rizgariya jinê, konsepta
qirkirinên jinan xistiye meriyetê. Di vê çarçoveyê de nêzîkatî û kiryarên li
hemberî jinan di asta kesî û dewletê de tê meşandin, xwedî heman hişmendiyê û
encamên heman polîtîkayêne. Rojane nûçeyên
ku nayên guhertin û her car ji aliyek din yê cîhanê tê ragihandin, qetilkirina
jinane, mîna zilamê Kenyayî kuştina jinan weke karkêfî (hobî) lê hatiye, bûye rûtîna
zilam ku rojane pêktîne. Ya ku pêwîste em paşguh nekin li kolanê, li malê, li
cihê kar, li qada şer li kûderê dibe bila bibe kuştinên jinan yên roj bi roj
zêdedibin, qirkirina zayenda jin ya bi destê dewletê tê pêkanîne.
Filîz BUDAK

0 Yorumlar