Şêniyên Mexmûrê bi buneya 40’emîn salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê gotin: “Em bi saya 14’ê Tîrmehê ji tarîtiyê derketin û bûn xwedî vîn. Ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê ya ku li Zap, Avaşîn û Metîna tê jiyankirin û werin em jî bi vî ruhî dakevin qadan û xwedî li vîna xwe derbikevin.”
ARMANC HEREKOL - ROJEV
Şêniyên
Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi buneya 40’emîn salvegera
berxwedana 14’ê Tîrmehê axivîn û diyar kirin ku ruhê 14’ê Tîrmehêye ku wan li
ser lingan digire.
‘Bi
saya 14’ê Tîrmehê me xwe nas kir’
Dayîka bi
navê Emîne Hedrîşî di destpêka axaftina xwe de berxwedana 14’ê Tîrmehê li Rêber
Apo, gerîlayên serê çiya, girtiyên ku niha li dijî zilimkaran berxwedidin û
tevahî gelê Kurd bi dil û can pîrozkir û got: “Bi saya berxwedana zîndanan, me
xwe nas kir û çavên me vebûn. Em bi saya berxwedana 14’ê Tîrmehê bûn xwedî vîn.
Wek jin, me rastî û hêza xwe dît û em ketin di wê ferqê de ku em jî dikarin
têkoşîn bidin meşandin. Bi Sarayan destpêkir û heta roja îro têkoşîn tê
meşandin. Berxwedana Şehîd Sara ya di girtîgehê de bû şiyariyek mezin ji bo
jinan. Bi saya 14’ê Tîrmehê me karî em bêjin ku em jî hene.”
‘14’ê
Tîrmehê vîna me ye’
Emîne
Hedrîşî di dewama axaftinên xwe de anî ziman ku beriya 14’ê Tîrmehê kesê ne
dikarî bêjin em hene an jî ne diwêrî bêjin em Kurdin û wiha pêde çû: “14’ê
Tîrmehê herî zêde bandor li jinan kir, ji ber ku me ruhê 14’ê Tîrmehê ji xwe re
esas girt û em bûn xwedî vîn. Niha bi saya berxwedana 14’ê Tîrmehê bi hezaran
gerîlayên me hene û em bûne xwedî Meclîs û sazî. Gelê Kurd ji xewa giran şiyar
bû û rêya rast naskir. Niha êriş û zextên li ser girtiyan pir giran bûne. Her
roj êriş û zext bê navber li ser girtiyan tên meşandin. Lê ti caran girtiyan
vîna xwe radest nekirine. Wek gel divê em xwedî li girtiyan derbikevin û ji
girtiyan re bibin deng.”
‘Em
hene û emê her hebin’
Li ser
heman mijarê şêniyek din ê wargehê yê bi navê Tahir Toprak jî axivî û got ku
14’ê Tîrmehê dayîkbûna gelê Kurd e û wiha axivî: “Berxwedana 14’ê Tîrmehê ji bo
gelê Kurd çirûskek ji agir bû. Niha em bi wê çirûskê rêya xwe dibînin. 14’ê
Tîrmehê bû azadî, wekhevî, aştî, aramî û belavî Kurdistanê bû. Şehîdên me di vê
çalakiyê de gotin ku em hene û emê her hebin. Di çalakiya hatî li darxistin de
bersivek mezin hat dayîna dijmin û xiyanetkaran. Di wan girtîgehan de ti cure
êşkence nemane ku li ser hevalên me ne ceribandin. Ji ber wê yekê di 14’ê
Tîrmehê de bi çirûskek agir detspêkirin û niha bûne volkan. Em minetdarê wan
şehîdnanin. Wek gelê Kurd em divê hertim vê roja dîrokî bibîr bînin û li gor wê
bijîn.”
‘Gerîla
li Zap, Avaşîn û Metînayê bi ruhê 14’ê Tîrmehê berxwedidin’
Her wiha
Tahir Toprak di nava axaftinên xwe de qala berxwedana gerîlayên li Zap, Avaşîn
û Metîna kir û anî ziman ku ev bi heyvane li çiyayên azad bi ruhê 14’ê Tîrmehê li
hember çekên kîmyewî berxwedanek tê meşandin û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Dijmin
çawa ku di 14’ê Tîrmehê de nekarîn çok li me deynin, îro jî nikarin çok li me
deynin erdê. Mînaka wê ya sereke, berxwedan û têkoşîna gerîlayên serê çiya ye. Niha
li Zap, Avaşîn û Metîna ruhê 14’ê Tîrmehê tê jiyankirin. Di dîrokê de ti
mînakên li dijî çekên kîmyewî şer kirin nîne. Lê ev bi salane gerîlayên me li
dijî dagirkerî, xiyanet û çekên qedexekirî berxwedidin. Ev berxwedanî ji ruhê
14’ê Tîrmehê tê. Di vir de rolê ku dikeve ser milê gel, têkoşîn kirine. Divê em
wek gel rabin û têbikoşin. Ji bo Serokatî û tevahî girtiyan demildest xebatek
mezin pêwîst e. Ev xebat jî encex gel pêkbîne û em bang dikin, dakevin qadan û
bi ruhê 14’ê Tîrmehê ji bo Serok Apo û girtiyên siyasî têbikoşin.”
0 Yorumlar