Nêrşîrwan û Şîlan ku di mala xwe de maran xwedîdikin diyar kirin ku xwedîkirina maran kêfxweşiyê dixe nava jiyana wan. Têkildarî vê mijarê Nêrşîrwan dibêje: “Heskirinek taybet ya min li hemberî lawriyên xişinde hene. Hinek ji van lawiran li Iraqê nayên dîtin ji bo wê min gelek zehmetî wan peyda kirin.”
Navenda
Nûçeyan
Şîlan û
Nêrşînwan ku hevjînê hevin xelkê Dukan a ser bi Silêmaniyê ye, ev 5 salin van
lawirên xişinde yên wek mar, tîmsah û Îgowan xwedî dikin. Destpêkê Nêrşîwan ji
bo heskirina xwe ya li hemberî lawirên xişinde dest bi xwedîkirina van lawiran
dike. Bi demê re hevjîna wî Şîlan jî wê heskirinê dide maran û wan xwedî dike. Ji
bo vê malbatê xwedîkirina maran xweşbextiyek e. Têkildarî xwedîkirina maran û
lawirên xişînde Şîlan û Nêrşîrwan ji rojnameya me re axivîn.
‘Xwedîkirin
wan gelek zehmet û taybete’
Nêrşîrwan
di destpêka axaftina xwe de destnîşa kir ku ji bo heskirina xwe ya li hemberî
maran dest bi xwedîkirina maran kiriye û wiha got: “Ez piranî marên reş yên bê
jehir, bê ziyan ku li Iraqê tên dîtin xwedîdikim. Ji derveyî van maran ez marên
kobra jî xwedîdikim. Hindek ji wan dibe ku xwedî jehir jî bin, lê ez giranî
didim yên bê jehir ji bo ku ziyanê negihîne derdorê min. Her wiha Kobra, Muntertif,
Îgowan, tîmsah, Kamilyon û çend lawirên din yên xişînde xwedîdikim. Heskirinek
taybet ya min li hemberî lawrên xişinde hene. Hinek ji van lawiran li Iraqê
nayên dîtin ji bo wê min gelek bi zehmetî wan peyda kirim. Ez vî karî bi
heskirinek mezin dikim. Gelek kes tenê ji bo dîtina van lawiran tên serdana vî
cihî dikin. Ev lawirên ez xwedîdikim sûdekî xwe yê taybet nade min. Ji ber ku
lawirên taybetin xwedîkirina wan gelek zehmet û taybete. Tenê ji bo heskirina
xwe ez xwedîdikim.
‘Çêkirina
rûnê maran demek dirêj dixwaze’
Vê malbatê
aliyek mala xwe ji bo xwedîkirina maran veqetandine û di nava camên taybet de van
lawiran xwedîdikin. Hevjîna wî Şîlan jî di axaftina xwe de balkişand li ser heskirina
hevjînê xwe ya li hemberî lawirên xişinde û wiha got: “Hevjînê min ji bo heskirina
xwe ya li hemberî maran û lawirên xişinde beriya 5 salan dest bi xwedîkirina van
lawiran kir. Lê bi demê rê, me got em dikarin bi vî karê xwe sûdekê bigihînîn
civakê û me dest bi çêkirina rûnê maran kir. Çêkirina rûnê maran demek dirêj
dixwaze. Piştî mar kirasê xwe ji xwe dike, ew kiras bi roja di nava axê de tê
kiştin û pişt re tê xistina rûn. Roj bi roj daxwazên gel yên ji bo rûnê maran
zêdetir dibe. Ji ber ku gelek kes ji vî rûnî sûd digirin.”

0 Yorumlar