Gundê Nêrweh
gundeke ku di quntarê çiyan de bi axa xwe ya bereket, di baxila xwe de dîrok û çanda
Kurdînî dihewîne. Zarokên gundê Nêrweh ê
li ser koka xwe bi çanda xwe ya Kurdînî li ber dengê dengbejan mezin dibûn. Yek ji van zarokan jî rêheval Hecer
Akyurek ango Hûlcûm bû ku di sala 1979 de li gundê Nêrweh ya girêdayê Qilaban çavên
xwe li cîhanê vedike. Demekî ku Kurdistan di bin êrişên dijwar de ye, di nav
malbatek welatparêz a xwedî nirxin têkoşînê ye mezindibe û ji temenê xwe yê
zarokatî heta ciwantiya xwe bi guhdarkirina çîrok û dengbejiyê, ziman û çanda
xwe diparêze. Heval Hûlcûm li gund dest bi dibistanê dike, lê di roja dûyemîn de
dibêje ‘ez bi zimanê biyanî naxwînim, ger zimanê min be ezê bixwînim’ li ser vî
bingehî dest ji dibistanê berdide. Di rastiyî de ev helwesta rêheval Hûlcûm ya
bi biryar, çalakiya wî ya li beranberî bişaftinê bû. Girêdanbûn û parastina wî
ya bi çanda xwe ya Kurdewarî re şênber bû. Bi kesayeta xwe ya fedekar û dilnizim
di hêla her ferdek yê malbat û gund de dihat heskirin. Rêheval Hûlcûm di temenê
xwe yê biçûk de êş û zordariya li ser gelê Kurd didît û tişta ku li ser gelê Kurd
dihat ferzkirin qebûl nedikir, bi cesaretek mezin li beranberê êrişên dijmin
acizbûna xwe di anî ser ziman. Bi vê yekê pêşeroja xwe diyar kiribû. Heval
Hûlcûm ji bo debara malbata xwe, demekê karê şivantiyê dike. Bi vî rengî berpirsartiya
xwe ya li beranberê malbatê bi cih di anî. Rêheval Hûlcûm kesek jîngeh parêz
bû, xwezayê wekî sitargeha xwe didît û xwe di xwezayê de azad hîs dikir. Ji ber
vê yekê bi wêrekî şev û roj di nav xwezayê de jiyana xwe derbas dikir. Rêheval
Hûlcûm her ku êrişên dijmin dibîne, lêgerînên wî yê jiyanê jî zêdetir dibe. Ji
bo li beranberê van êrişan raweste tenê rêyek li pêş wî hebû, ew jî çiyayên
Kurdîstanê bû. Li ser vî bingehî di sala 1993 de rêya çiya girt. Jiyanek nû li
pêşya wî bû. Êdî wî têkoşîna xwe li çiyayên Kurdîstanê bidomanda. Wê bi têkoşîn
û berxwedaniya xwe ya li ser rêya heqîqetê, deşt û newalên Kurdîstanê xemilanda.
Di demek kin de xwe di hêla fikir,
xwendin û nivîsînê de pêşdixe. Bi zimanê dayîka xwe di xwend û dinivîsî. Ev yek
ji bo wî kêfxweşî bû. Rêheval Hûlcûm bi cesaret û zîrektiya xwe ya di şer û
jiyanê de bala her hevalek xwe dikişîne. Li ser bîrdoziya Rêbertî rol û erka
xwe ya jiyanê, di bin hemû zorî zahmetiyan de pêktine û bi cesareta xwe ya li
beranberî dijmin pir caran tê xelatkirin. Belê rêheval Hûlcûm soz dabû ku wê
heta dawiyê li beranberî dijminê xwînxwar şer bike. Di got; ‘ ez soz didim ku
di nav hemû şert û mercan de li beranberî dijmin şer bikim. Dibe ku carekî li
beranberî dijmin ez bikevim tengaviyê, wê demê ezê heta dawiya mermiya xwe
şerbikim ku ez nikaribim xwe xilas bikim, ji bo ez nekevim destê dijmin ezê
bombeya xwe di xwe de biteqînîm.’ Belê ev lehengiya wî û heskirina wî ya ji bo
jiyanê dida xuyakirin. Di sala 1996 li Zapê şer girane. Dijmin di her hêlê de
ji bo tinekirina tevgera azadiyê êrişên xwe didomîne. Rêheval Hûlcûm li geliyê
Qiyametê di sala 1996 de dema diçe kar, dikeve kemîna dijminê xwînxwar. Di vê
kemînê de bîrîndar dibe û bi vê birîndarbûna xwe jî heta dawiya mermiya xwe
şerdike û dibîne ku nikare xwe rizgar bike, bombeya xwe di xwe de diteqîne. Bi
cih anîna soza xwe ve tevlî karwanên nemiran dibe. Werin vî welatî bibînîn, Egîdên ji
bo azadiyê li hemberî dijmin li ber xwe didin hene. Werin bibînîn yên ku
bombeyê hembêz dikin hene. Ne ji ber ku wî wekê evîndarê xwe dibinin hembêz
dikin, ya ku hembêz dikin, hêvî ye, heqîqete û heskirina welate.
0 Yorumlar