Komîteya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê komploya 15’yê Sibatê şermezar kir û bang li gelê Kurd kirin da ku li dijî tecrîd û komployê di 15’yê Sibatê de dakevin kolanan.
Komîteya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi bernameyekî 25’emîn salvegera komploya 15’yê Sibatê şermezar kir. Bername bi kombûna gel û çalakvanên greva birçîbûnê ya li Komîteya Malbatên Şehîdan, bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.
Pitşî rêzgirtinê Hevberdevka Komîteya Malbatên Şehîdan Sarya Marînos axivî û di serî de komploya 15’yê Sibatê bi tûndî şermezar kir û got: “Roja 15’yê Sibatê ji bo me Kurdan, rojek herî bi êş û giran e. Ji ber ku di vê rojê de Rêberê me hat dîlgirtin. Dijmin nekarî li ber fikir û felsefeya Rêber Apo bisekine. Ji bo wê jî di 15’yê Sibata sala 1999’an de komployek dan destpêkirin. Lê dîsa jî dijmin nekarî pêşiya fikir û felsefeya Rêber Apo bigire. Niha fikir û felsefa Rêber Apo di tevehî cîhanê de belav bûye. Dibe ku Rêber Apo di hêla fîzîkî de di nav me de nebe, lê fikrên wî li gel me ne û rênîşana jiyana me ye. Em carek din vê komployê şermezar dikin. Divê her Kurd û dostên wan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşe û di 15’yê Sibatê de jî dakevin kolanan.”
Piştî axaftinê, sînevîzyona ku li ser komployê hatibû amadekirin, hat temaşekirin. Herî dawî bername bi diruşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Kes nikare roja me tarî bike’ bi dawî bû.
0 Yorumlar