Ji beriya
hertiştî her netewek bi dîrok, ziman, çand û hêmanên bingehîn yê etîkbûyîn,
dabûnerîtî û bi exlaqê civaka xwe tê nas kirin. Lê hertim desthilatdarên cîhanê
xwestine netew û kême netewan li gorî sîstema xwe berbidinê û birêvebibin. Dema
em li dîroka kevnar temaşe dikin, Kurd gelê herî kevnar yên xwedî çanda
Rojhilata Navîn e. Wek gelê Arî tên nas kirin, peyva Arî tê wateya (erd, cih û
zevî). Kurdan di bin gelek navên cûda yên weke Horî, Gotî, Lorî, Mîtanî,
Urartuyî, Qasî û Medan de xwe li hemberî dagirkerî û êrişên heyî parastine. Rûxmê
ewqas berxwedan û serhildanan jî, gelê Kurd rastî gelek komkujî, bişaftin û
êrişan hatine. Li kêleka vê gelek caran di navxweyî de jî rastî îxanetê hatine,
lê li hemberî van zoriyan jî hêviyên xwe yên azadiyê winda nekirine. Gelek
caran wek Ereb, Tirk û Fars jî hatine bi nav kirin û ji wan re nasnameyek hatiye
dayîn. Bi vî awayî xwestine çand, ziman û hebûna gelê Kurd ji holê rakin, ji ber
vê yekê Rêber Apo dibêje: “Gelê Kurd xistine çalekê û beton li serde rijandine.”
Dema Rêber Apo van kiryarên dagirkeran dibine, dikeve ferqa metirsiya li ser
gelê Kurd û dibêje: “Gelê Kurd bindeste” bivê gotinê bi komek hevalên xwe re
dest bi têkoşînê dike. Armanca Rêbertî ew bû ku hêviyên gelê Kurd yên azadî û
jiyanê zindî bike. Ji bo vê pêdivî bi têkoşînê dît û bi felsefeya ku gelê Kurd
heye xwedî xak, ziman, dîrok û nasnameye, wê neyên tinekirin.
Çawan di
dîrokê de jinê pêşengtî û melovanî ji çanda mirovahiyê re kiriye, Rêbertî jî bi
armanca têkoşînekê bi serekêşî, rastî, xwezayîbûn û dîroka jinê dest bi
şoreşekê kir û got: “Li her cihê ku jin lêbe pêwîste li hemberî bêmafî,
zayentperestî û ciyekariyê bibe xwedî têkoşîn û bi vîna azad tevbigerin. Ji bo
wê îro em dibînin divê têkoşînê de bi hezaran jinên pêşeng derketine û bûne rûmetek
dîrokî, di civak û cîhanê de hatine nivîsîn. Bi têkoşîna xwe bandorî li ser jinên
cîhanê da çêkirin. Rêbertî azadiya jinê wek bingehê civakê dibîne, ji ber wê
dibêje: “Bi jina kole re jiyan nabe.” Dema di civakekê de zayentperestî,
bindestî û bêmafî hebe azadî ne pêkane. Ji bo wê dema dest bi şoreşê dike
hebûna jinê ya di nava şoreşê de bingeh digire. Li vê derê diyar dibe bi kolemayîna
jinê re civak jî kole dibe yan jî bindest dimîne.
Di nava
şoreşê de bi civak û cîhanê dide zanîn ku jiyankirina herdu zayendan li ser
bingehê wekhevî, parvekirin, nirxdayîn û rêzgirtinê dikare bibe bingehê
avakirina malbat û civakek demokrat. Di nêrînên Rêber Apo de bi jina zana,
perwerdekirî û rêxistinkirî re jiyan xweşik dibe. Ji bo jiyan bi fedekarî,
heskirin û bi rengîniya xweşikbûnê were xemilandin, pêwîste di xweza û gerdûnê
de bi zindî, şînatî û heyînên xwezayê re xwedî têkiliyên jiyanî û yên exleqane
be. Wekheviya heyî bingeh digire, di rol û pêşengtiya şoreşê de hebûna jinê
esas digire. Li ser hîmê demokrasî, wekhevî û nirxandina nêrînên hev
perwerdekirina endamên civakê bi zanist kirina di derbarê netewa Kurd û dîroka
wê ya heyî de xwe naskirine. Her wiha avakirina şoreşek siyasî û leşkerî
lidardixe. Ji bo parastin û rêxistinkirina civakê ku bikaribe ji wê tarîtî û
tine bûna heyî were rizgar kirin û bibe xwedî statayoyekî gerdûnî têkoşîn
pêwîste.
Di
avakirina bingehê vê şoreşê de, bi demê re pêvajoyên nû û dîrokî hatin jiyan
kirin. Bi taybet girîngî û rola ku Rêbertî dayî jinê, di jiyanê de cih dayîna
nêrîn û hebûna azadiya jinê ye. Ev bû sedem ku jina Kurd bikeve wê zanabûnê ku
kolekirin, bindestî, bêmafî, nezanîn, tacîz, tecawîz, kuştin, namûs dîtin û ji
xwezaya wê ya heyî dûrxistin, kirine para jinê qebul neke. Ev kiryarên tên
pêkanîn ji bo bê nasname û tinekirina xweşik bûna xwezaya jinê ya di ruh û meji
de ye. Ji bo wê her jinekê Kurd yan jî jinekî di cîhanê de ji bo bikaribe bibe
xwediyê zanista felsefeya Rêber Apo ya di derbarê jinê de, divê li hemberî
zihneyeta zayentperest têkoşîn bike. Girîng dîtina jinê ya di nava şoreşê de,
bi mebesta ku bingehê civakê li ser têkiliyên herdu zayendan bikaribin li ser
asta hevjiyanekî azad bi hevre jiyan bikin û bikaribin bibin nimûneyek ji bo
tevahî civaka Kurd û cîhanê. Jiyana jinên şoreşger awêneyeke ji bo azadiya
tevgerên jinên cîhanê. Jinan bi femkirina fikir û îdolojiya Rêbertî re karî
rastî, hebûn, hêz, cesaret, sekin, zanebûn, rêxistin, têkoşîn û xweseriya xwe
raber bikin û wê zanabûnê di guhertin û veguhertinên civakê de pêkbînin. Her
jina ku Rêbertî fêhm bike, wê bikaribe bibe îradeyek ya pêşengtî kirin û
pêşxistinê.
Bêrîvan Demir
0 Yorumlar