Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê bi boneya 27’ê Mijdarê serdana gorên şehîdan kirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 44’emîn salvegera 27’ê Mijdarê damezirandina  Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê çûn ser gorên şehîdan.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiyên bi boneya 44’emîn salvegera 27’ê Mijdarê damezirandina  Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi awayek girseyî li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û bi meşekê berê xwe dan goristana wargehê. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên PKK, KJK û YJA-Star hatin bilindkirin. Her wiha di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan”  û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Piştî ku gehiştin goristanê beriya ku axaftin were kirin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan Sultan Yildiztan axivî.

Sultan Yildiztan di destpêka axaftina xwe de tevahî  şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîranî û got: “ Me di nava 44’an de ji bo nasname û mafê gelê Kurd gelek bedelên giran dan. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê weke 12’yê Îlonê dewleta faşîst serokê DAIŞ’ê Erdoganê faşîst û Hulusî Akar ê ku li ser xwîna mirovan, li ser xwîna zarokên Kurd û Tirkiyê jiyan dike, dibêjin em nahêlin statuyek ya Kurdan çêbibe. Em jî dibêjin heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe, me sozek daye Rêbertî û şehîdên xwe emê li ser vê xetê bimeşin heta ku em ala Kurdistanê li serê çiyayên Kurdistanê, li nava gund û bajarên Kurdistanê bilind nekin. Ji bo wê divê me hêviyên xwe xort bikin, ew çiqasî bi ser me de were jî emê bê tirs vê berxwedanê bibine serî.”

Piştî axaftina Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan Sultan Yildiztan bi dirûşmên, “Bijî Berxwedana Îmralî”, “Bijî Serok Apo” û “Cejna Vejînê li Rêber pîroz be” bi dawî bû.

Wê îro li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pîrozbahiya Cejna Vejînê di saet 13.00’an de bi bernameyek dewlimend destpê bike.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar