Ticker

10/recent/ticker-posts

HPG: Dilovan Îşlek şehîdê têkoşîna me ya azadiyê ye

 HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Dilovan Îşlek şehîdekî têkoşîna me ya azadiyê û şoreşa me ye û wiha got: “Dilovan Îşlek ku ciwanekî Kurdistanî yê bi rûmet bû, welatparêzekî me yê şoreşger bû ku di têkoşîna şoreşê de keda xwe hebû û bi fedakariyeke mezin xizmet ji gelê xwe re dikir.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HGP’ê di derbarê ciwanê Mexmûrê Dilovan Îşlek ku di 17’ê Cotmehê de li nêzî Koyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê di encama êrişa balefira bê mirov û bi çek hatî şehîdxistin de peyamek belav kir. HPG’ê got: “Dilovan Îşlek şehîdekî têkoşîna me ya azadiyê û şoreşa me ye. Dilovan Îşlek ku ciwanekî Kurdistanî yê bi rûmet bû, welatparêzekî me yê şoreşger bû ku di têkoşîna şoreşê de keda xwe hebû û bi fedakariyeke mezin xizmet ji gelê xwe re dikir.”

Peyama HPG’ê wiha ye:

“Artêşa Tirk a dagirker bi rengekî eşkere êrişî gelê Kurd ê sivîl dike, qetil dike û sûcekî mezin ê şer dike. 17’ê Cotmehê Dilovan Îşlek ê ji Mexmûrê bi balafirên şer ên dewleta Tirk hate şehîdxistin, yên pê re jî birîndar bûn. Dilovan Îşlek ku ciwanekî Kurdistanî yê bi rûmet bû, welatparêzekî me yê şoreşger bû ku di têkoşîna şoreşê de keda xwe hebû û bi fedakariyeke mezin xizmet ji gelê xwe re dikir. Dilovan Îşlek şehîdekî têkoşîna me ya azadiyê û şoreşa me ye. Di serî de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê em sersaxiyê ji malbata welatparêz a Şehîd Dilovan Îşlek û tevahiya xelkê Mexmûrê re dixwazin. Gelê me yê Mexmûrê bi berdêlên mezin heta niha sekna welatparêziyê ya mezin nîşan da. Em dibêjin ku em ê armanca xelkê xwe yê Mexmûrê û Şehîd Dilovan Îşlek bi Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin û xwedî li bîranîna wî derkevin.

PDK bi temamî ketiye bin nîrê dewleta Tirk

Dewleta Tirk a dagirker, gerîla dike hinceta êrişên xwe yên dagirkeriyê û bi vî awayî dagirkeriya xwe rewa dike û dikeve hewila veşartina armanca xwe ya esil. PDK ku hevkara dewleta Tirk e, daxuyaniyên ji xêra vê hinceta dewleta Tirk re dide. Eger armanca pêşîn a dewleta Tirk rakirina PKK’ê û gerîla ji holê be jî, ya esas dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi tevahî ye. Delîla herî şênber ew e ku ji 7’ê Cotmehê ve artêşa Tirk a dagirker ji hewayê û erdê ve herêma Barzan û Çiyayê Şêrîn dide ber bombeyan û leşkeran lê datîne. Li van deran tu gerîla nîn e lê artêşa Tirk  tê xwe li herêma Barzanê bi cih dike. Ev dagirkerî ye.

PDK’ê çavên xwe ji dagirkirina her dera Kurdistanê ya dewleta Tirk re digirtin lê qebûl nedikir ku bikeve herêma Barzanê. Lê PDK niha bi temamî ketiye bin nîrê dewleta Tirk û çavên xwe ji dagirkirinê re digire û nikare dengê xwe jê re bike. Çendeyê dawîn dewleta Tirk li ser xeta Amediyeyê PDK ji gelek deran derxist û leşkerên xwe lê bi cih kirin. Dewleta Tirk êdî PDK’ê ne wek hevkar lê wek cerdevanên xwe yên li Bakurê Kurdistanê dibîne û diyar e ku PDK’ê jî xwe daye ber.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar