Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo ciwanê bi navê Dilovan Îşlek yê ku di 17’yê Cotmehê de, di êrişa balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk ya dagirker de şehîd bûbû, konê sersaxiyê hat vedan.
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo ciwanê bi navê Dilovan Îşlek yê ku di 17’yê Cotmehê de, di enama êrişa balafiran bêmirov û biçek ya dewleta Tirk de li devera dikeve sînorê navçeya Koyê ya girêdayê parêzgeha Hewlêrê şehîd bûbû, konê sersaxiyê hat vedan.
Bi kombûna xelkê wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan berê xwe dan konê sersaxiyê. Li konê sersaxiyê beriya ku axaftin were kirin, di kesayeta Şehîd Dilovan Îşlek de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyekê rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Hevşaredarê Wargeha Mexmûre Bedran Pîranî axivî.
Bedran Pîranî di destpêka axaftinên xwe de, di kesayeta şehîd Dilovan de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Êrişa herî dawî ya ku li ser malbata me ya hêja ku têde ciwanê bi navê Dilovan şehîd bûyî, em bi tûndî şermezar dikin. Em hemû wek gelê Kurd yê dilsoz yê bi vê dozê ve girêdayî hemû pê êşiyan. Dijminekî hov heye, her Kurdekî li her cihekê be dibe armanca êrişa dewleta Tirk û hevkarê wî malbata Barzanî PDK’ê. Em ji van şahadetan ne dûrin, me gelek ciwanên wekî Dilovan di vê oxirê de şehîd dane. Bila xiyanetkar baş bizanibin ev yek ji wan re namîne. Em dubare dibêjin, serê Rêber Apo û malbata hêja ya şehîd Dilovan sax be.”
Piştî axaftina Hevşaredar Bedran Pîranî, mamê Şehîd Dilovan Îşlek Mehmûd Zoravayî jî xêrhatina xelkê wargehê kir û anî ziman ku ew wê heta serkeftinê dest ji vê dozê bernedin.


0 Yorumlar