- Bersivên Gel:
- Têkoşîn
e.
- Serî
rakirin e.
- Mafê
her mirovî ye.
- Ji
bo netew têkoşîn kirin e.
- Berxwedan
e.
- Zilm
qebul nekirin e.
- Parastin
e.
- PKK
ye.
- Xweserî
ye.
- Bingehê
jiyana azad e.
- Parastina
xwezayê ye.
- Parastina
rewa ye.
- Xwedî
li xwe derketin e.
- Rûmeta
herî esas a mirovan e.
- Mafekî
rewa ye.
- Ji
bo ziman şerkirin e.
Serhildan,
bi pênaseya herî sade serî rakirin e.
Serhildan peyveke
ya destpêka berxwedan û têkoşîna li dijî zilm, zordarî û kedxwariyê ye. Li nava
hemû civakên li ser rûyê erdê peyveke xwedî wate û di oxira wê de ku bigihêje serketinê
berdêlên mezin daye. Gava ewil a berxwedana ji bin nîrê zilmê derketine.
Li vir
serhildan heye û serhildêr hene. Serhildan helwest û tevger e. Serhildêr jî
kesên di nava wê serhildanê de cih digirin û ji bo serketina serhildanê têkoşîn,
xebat û kedê didin. Serhildan bê serhildêr û serhildêr jî bê serhildan nabe.
Serhildan helwest,
tevger û hêrseke ku li dijî otorîterî û desthilata heyî ya maf û civakê diçewisîne
derdikeve holê ye. Di vê helwest û tevgerê de çalakiyên cihê û rêbazên cuda tên
bikaranîn. Ev serhildan bi rengê çek û dîsa bi rengê rêbazên cuda li ber wê
desthilat û otorîteryê derdikeve holê û heta mafê xwe bi dest dixe.
Taybet ev
peyv di nava civaka me Kurdan de xwedî wateyeke din hê girîngtire. Ji ber ku em
civakekin hê di bin zilm, zordarî, mêtingerî-dagirkerî û koledariya dagirkeriyê
de ne. Ji bo wê bi hezaran xort û keçên vî welatî navê ‘SERHILDAN’ rakirine û
li ber zilm û zordariyê li ber xwe dane.
Ji dîrokê
heta niha bi dehan serhildanên Kurdan ên mîna Serhildana Koçgirî, Agirî, Simkoyê
Şikakî, Şêx Ubeydilahê Nehrî û gelek serhildanên din ên di dîroka gelê Kurd de
li dijî dagirkerî û zilmê serî rakirin, hemû jî bi xiyanetê hatin hilweşandin û
serkutkirin.
Heta niha
serhildanên Kurdan ên li herêm û deverên teng lê mayî, ji ber ne rêxistinkirineke
xurt a netewî û dîsa ji dest dijmin ê nokeriyê xwe li ber dagirkeriyê negirtiye
û bi xiyanetê ji hundir ve hatin hilweşandin û wêrankirin.
Ji bo me Kurdan
jî serhildana herî bi rêxistinkirî û piştî bi salan qedera ku hatî xêzkirin a ‘Kurdê
herî baş Kurdê mirî ye’ bi tevgera Apogeriyê re ew qeyîd û bend-zincîrên koletî-koledariyê
hatin qetandin. Kefenê li bejna Kurdan hatî danîn hatin çirandin û gorên bi
saxî Kurd lê hatîn danîn hatin hilweşandin. Careke din Kurd ji gor û qebrê hate
rakirin.
Ev serîrakirin,
serîrakirineke li ber zilm, zordarî û mêtingeriya bi sedê salan li ser Kurdan
hatî ferzkirin bû. Ji bo wê yekê, hemû xalên zeîf û lewaz ên bûne sedemê
hilweşandina serhildanên Kurdan li ber çav girt û perwerde û rêxistinkirin esas
girt. Yek ji sedemê herî esasî yên hilweşandina serhildanên Kurdan bê
perwerdehî û rêxistinkirin bû. Ji bo vê Pêşengê Tevgera Azadiya Kurdistanê Serok
Apo gava yekem perwerde û rêxistinkirin esas girt û li ser vî bingehî di 50’emîn
sala têkoşînê de bi hemû awayî têkoşîneke bê eman a ji bo azadiyê dide.
Di roja
îro de bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê
bi lehengiya ewladên vî gelî li ber çekên kîmyewî, gazên jehrî, çekên taktîk nukler
û hemû hovîtiyê têkoşîneke bê eman dike.
Serhildana
ji bo azadiyê destpê kir, îro ji hemû demê bêhtir xurt e, bi hêz e.
Ev serhildan
wê encama hemû serhildan û tola hemû pêşeng û serhildanên bi xiyanetê hatîn
hilweşandin û têkbirin hilde. Wê heman demê hesabê ji hemû xayîn û nokerên ku
rê li ber hilweşandina serhildanan vekirî rake.
Ev
serhildan wê hesret û hêviya hemû serhildanên Kurdan a azadî û serfiraziyê bi
encam bike.
0 Yorumlar