Hevserokê Dîwana Meclisa Gel ya Wargeha Mexmûrê Elî Bilehî, diyarkir ku şertê yekem yê gelê Kurd, dawî anîna tecrîda li ser Rêber Apo ye û divê demildest Rêbertî bi awayekî fîzîkî bê azadkirin.
Hevserokê Dîwana Meclisa Gel ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Elî Bilehî, têkildarî hevdîtina şandeya DEM Partî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatî kirin, ji ajansa me re axivî û bang li gelê Kurd kir da ku hîn zêdetir çalakiyên li dijî tecrîdê bên mezinkirin.
‘Hevdîtina bi Rêber Apo re encama têkoşînê ye’
Elî Bilehî di destpêka axaftinên xwe de da xuyakirin ku ev zêdeyî 25 salanin Rêber Apo di bin tecrîdek girankirî de ye û got: “Bê navber ev 25 salin Rêberê me di bin tecrîdek girankirî de ye û li greva Îmraliyê tê ragirtin. Her wiha zêdeyî 44 heyvan jî me bi ti şêwazê agahî ji Rêberê xwe negirtibû. Niha jî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo berdewam dike. Berxwedan û têkoşîna Rêber Apo, Kurd û dostên Kurdan wisa lê kir ku herî dawî hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin. Ev hevdîtin bi saya têkoşînekî hate pêkanîn. Me peyama Rêber Apo bihîst, ew ji bo me bedela hertiştî ye. Armanca têkoşîna tê kirin, azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Ji ber ku Rêber Apo gotiye; ‘tecrîd berdewame’. Muxatab û yê ku bikare pirsgirêka Kurd çareser bike, Rêber Apo ye. Tenê Rêber Apo dikare aştiyê bîne Kurdistan û Tirkiyeyê. Ji derveyî Rêber Apo kesekdin nikare çareseriyê bîne. Dijmin jî vê dizane.”
‘Hemûkes di ferqa xeteriyên heyî de ne’
Hevserokê Dîwana Meclisa Gel ya Wargeha Mexmûrê Elî Bilehî di nav axaftinên xwe de qala tengavbûna hêzên hegemon kir û da zanîn ku dema dewlet û hêzên hegemon dikevin tengasiyekî û nikarin êdî henaseyekî bistînin, diçin li gel Rêber Apo û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Dewlet û hêzên hegemon jî hewceyî perspektîfên Rêber Apo ne. Niha şandeyek a DEM Partî çûye Îmraliyê û hevdîtinek bi Rêber Apo re dane pêkanîn. Rêber Apo çend xal anîne ser ziman û ji gel re hatin ragihandin. Rêbertî di yek ji wan xalan de gotiye; divê pirsgirêk an jî çareserî di bin sêwana parlemena Tirkiyeyê de bên çareserkirin. Di sala 2013’an de jî pêvajoyek ya çareseriyê hate pêkanîn, lê tenê aliyê Kurd wek Rêber Apo ser gotinên xwe sekinî. Dijmin ew pêvajo xirabkir û ji bo berjewendiyên xwe yên hilbijartinê bikar anî û pêvajo xirabkir. Ji bo wê jî êdî hemu kes di ferqa xetereyên heyî de ne. Em dibînin ku di roja me ya îro de kesê wek Bahçelî faşîst hewil dide hevdîtin bi Rêbertî re bê çêkirin. Hevdîtinên ku piştî hevdîtina Rêbertî tên kirin girîngin. Ji ber ku Rêbertî gotiye; Ahmet Turk danin gel xwe û peyama min bigihînin tevahî partiyên siyasî. Em jî li bendêne ku piştî hevdîtinan daxuyaniya giştî bê dayîn û naveroka hevdîtinan bên ragihandin.”
‘Hêviyek heye’
Herî dawî Hevserokê Dîwana Meclisa Gel ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Elî Bilehî got: “Dema em temaşe dikin, em dibînin ku ji demên borî zêdetir cidiyeta vê karê tê parastin. Em dikarin bêjin ku hêviyek heye. Ger dewlet di vê mijarê de cidî be, divê destpêkê û demildest tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bike. Ji ber ku tecrîd berdewam be, ti pêvajo çênabe. Ew hêz û qûdreta Rêberê me heye ku çareseriyek mayînde di Rojhilata Navîn de bide çêkirin. Ger tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe û şartên Rêber Apo bên pêkanîn, mirov dikare bêje ku wê vê carê prosedura pêvajoya çareseriyê bigihije encamekî.”
0 Yorumlar