Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê qetilkirina Jîna Emînî bi daxuyaniyekê şermezar kirin û gotin: “Em helwesta jinên Rojhilatê Kurdistanê ya di merasîma Jîna Emînî de, ya bi yek dengî gotina ‘Jin Jiyan Azadî’ pîroz dibînîn.”
Jinên
Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şemezarkirina qelilkirina
Jîna Emînî ya ji aliyê Rejîma Îranê ve daxuyaniyek dan.
Daxuyanî
bi amadebûna jinên wargehê li Waxfa Jina ya Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo
tevahî cangoriyên Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê
Mamosta Zozan Bîlen ve hat xwendin.
Daxuyanî
Wiha ye:
“Polîtîkaya
çewisandina jinê li ser kar, dixwaze bi hemû hêza xwe ve jina pêşenga dîroka
mirovatiyê ye qetil bike. Nimûneya vê yekê ji di bûyera 13’ê Îlona 2022’an ya
li paytexa Îranê Teharanê qewim ku jina Kurd ya bi navê Jîna Emînî ku ji bo
geştê çûbû, bi hêceta ne rêk û pêkiya hîcaba wê de tê desteserkirin û li
girtigehê hat êşkencekirin, di encaman êşkenceya lê hatî kirin de jiyana xwe ji
dest dide. Rastiya serdestiya zilam û zilmkaran li ser jinê tê meşandin baştir
radixe ber çavan. Di aliyê din de Rejîma Îranê ya ku di aliyê parastina mafê
jinê de ti şansê xwe ji mirovahiyê negirtiye bi kiryarên xwe yên bi vî şêwazî
zordestiyan xwe li ser jin, zarok û civakê radixe ber çavan.
Em
wek jinên wargeha Penaberan a Mexmûrê ji ber ku bi şêwazek bê exlaqane û ne
merdane qetilkirina jina ciwan a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî xemgîniya xwe
tînin ser ziman. Di serî de em ji malabata hêja û hemû jinên li beramberî bê
mafiya zordestan serhildane û di nava têkoşînê de ne sersaxiyê dixwazin. Li
aliyê din dema definkirina cenazeyê Jîna Emînî helwesta bi yek dengî ya jinan
ya gotina ‘Jin Jiyan Azadî’ pîroz dibînin.”
0 Yorumlar