Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin, 255 roj li pey xwe hişt. Çalakvan dibêjin: “Rêber Apo xeta me ya sore û divê demildest tecrîda li ser Rêber Apo bê şikandin.”
Armanc Herekol
Çalakiya
nobetê ya li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha
2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû
destpêkirin, 255 roj li pey xwe hişt û niha jî bi koma 50’emîn berdewam dike.
Çalakvanên
ku di çalakiyê de ne, ji rojnama me re peyivîn û banga çalakiyên hîn xurtir li
gelê Kurd û dostên Kurdan kir.
‘Tecrîd
bandorek mezin li me dike’
Çalakvana
bi navê Xanim Babat ku niha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di çalakiya
nobetê de ye, di serî de tecrîd bi tûndî şermezarkir û got: “Zêdeyî 3 salin me
agahî ji Rêber Apo negirtiye, ji ber vê yekê em ji rewşa tenduristiya Rêberê
xwe bi gûmanin. Em nizanin ka rewşa Rêber Apo di hêla tenduristî de çawan e.
Wek gelê Kurd ev yek bandorek mezin li ser me çêdike. Ji ber ku Rêberê me hebûn
û vîna me ye, ji bo wê jî em niha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di çalakiya
nobetê de ne û em dixwazin demildest tecrîda heyî bê rakirin û êdî Rêber Apo bi
fîzîkî di nav me de jiyan bike.”
‘Rabin
ser xwe!’
Xanim Babat
di nava axaftinên xwe de anî ziman ku tecrîd îrade şikandin û zilmek mezine,
her wiha dijî mafê mirovane û wiha pêde çû: “Tecrîd rêbazek dijî exlaqê mirovan
e. Ji ber wê yekî di ti pergalan de ne rewa ye. Ev tecrîda ku li ser Rêber Apo
tê meşandin, heman demê de li ser tevahî gelê Kurd û gelên azadîxwaz tê
meşandin. Em silav û hezkirinên xwe ji girtiyên azadiyê û dayîkên aştiyê re
dişînin. Her wiha em çalakiya wan pîroz dibînin û serkeftinê dixwazin. Di pêvajoyek
wisa girîng de çalakî lidarxistin û xwedî li Rêber Apo derketin, tişta herî
pîroz e. Em dûbare bang li tevahî gelên azadîxwaz dikin ku demildest rabin ser
lingan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyan bikin. Her wiha banga min
ji gelê Bakûr re ewe ku di 31’ê Adarê de herin ser sindoqan, vîna gelê Kurd
nîşanî cîhanê bidin û derbeyekî li qeyûman bidin.”
‘Emê
Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin’
Her wiha
çalakvanê bi navê Cûma Ozer jî wiha nêrînên xwe anîn ser ziman: “Wek tê zanîn
ev demek dirêje, tecrîdek girankirî di kesayeta Rêber Apo de li ser tevahî gelê
Kurd tê meşandin. Li dijî vê tecrîdê jî, li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê
hatiye destpêkirin, li bajaran dayîkên aştiyê di çalakiya nobeta edaletê de ne
û em wek wargeh jî di çalakiya nobetê de ne. Em piştgirî didin gerêlayên serê
çiya, girtiyên azadiyê û dayîkên aştiyê. Wê ev çalakî bibin wesîleya azadiya
fîzîkî ya Rêber Apo.”
‘Divê niha
tecrîd bê şikandin’
Cûma di
berdewamiya nirxandinên xwe de diyarkir ku agahî ji Rêber Apo negirtin,
bandorek mezin li Rojhilata Navîn dike û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Sedema
van qeyran û şerên heyî tecrîd e. Ger Rêber Apo ji derve buya, wê aştî û
demokrasî hebûya. Mifta çareseriyê Rêber Apo ye. Dibe ku tecrîdek girankirî li
ser Rêber Apo hebe, lê Rêber Apo fikrên xwe belavî cîhanê kiriye. Gelê Kurd bi
saya fikir û felsefa Rêber Apo dikare xwe bi xwe rêvebibe û xwe biparêze. Divê
em wek Kurd û dostên Kurdan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rabin ser piyan û
têkoşîn bikin. Rêber Apo wateya jiyana me ye. Em bi fikrên Rêber Apo hene. Me
çavên xwe bi fikrên Rêber Apo vekirye. Bi saya Rêber Apo em bûne xwedî vîn û
maf. Rêber Apo xeta me ya sor a pêşveçûnê ye. Divê rojek ji ya din zûtir ev
îzolasyona qirêj bê rakirin.”
0 Yorumlar