Ticker

10/recent/ticker-posts

‘BI FELSEFEYA RÊBERTÎ TOVÊ JIYANÊ AVÊTIN’

Şêniyên Mexmûrê diyar kirin ku ew li beranberî şahadetên ku di vê têkoşînê de hatine dayîn deyîndarin û gotin: “Divê her ferdekî Kurd li vî mîrasê ku wan ji me re hiştî, bi rûmetekî bilind pêşwazî bike.”

Xurbet Tallî

Şêniyên Wargehga Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî hefeteya qeheremanî û girîngiya wê, ji rojnameya me re axivîn.

‘Dû pêşengan damezirandina vê tevgerê pêkanî’



Mamoste Yusuf Kara di kesayeta şehîd Mazlum û şehîd Egîd de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û got: “Di navbera 21 û 28’ê Adarê de hefteya qehremanane, tevgera azadiyê bedelên pir giran dane lê dû pêşengan damezirandina vê tevgerê pêkanî û bi canbexşane gihiştin asta şahadetê. Heval Mazlum Kawayê Hemdem bû, li hemberî zilm û çewisandinên li zindanan, li hemberî contaya leşkerî serî rakir û tevgera azadiya netewî gihand astekî ku teslîmyet bi ti milîtanekî tevgera azadî neda pejirandin. Ji bo îradeya netewa Kurd, milîtanên îro pêşengtî ji tevgera azadî re dikin li himberî vê zilmê serî netewîne. Heval Mazlum got, ‘Berxwedan Jiyan e’ bi vê şîarê gihand astekî bilind. Di wê demê de êrişên dijwar li ser milîtanên ku pêşengtî ji şoreşa Kurdistanê re dikin, hebûn. Di pêvajoya heval Mazlum û gelek hevalên wî de, ew pakrawantiya ku nîşandayîn di dîroka gelê Kurd de rûpelekî nû vekir.”

‘Ji bo gurkirina vê şoreşê bixebite’

Yusu Kara di dawiyê de ev tişt gotin: “Dema mirov heval Mazlum û heval Egîd dinirxîne, dû pêngavên ku hevdû şopandî, berxwedana ku heval Mazlum di zindanan de raber kirî, heval Egîd di Tebaxa 1984’an de li hember faşîzmê fîşeka yekem teqand. Êdî ew berxwedana ku ji Mazluman girtî, bi wî ruhî gotin em dikarin li hemberî dijminê xwînmij şerbikin, xeta Rêber Apo biparêzin û şoreşê mezin bikin. Kurdê ku digotin miriye, nikare li beranberî dijmin şerbike êdî bû Kurdekî bi şeref û bi vî awayî şerê çekdarî jî bû pêngavekî dîrokî. Îro eger tevgera netewa Kurdistanê di newrozan de diqîrin, bi saya wan e, wan bi felsefeya Rêbertî tovê jiyanê avêtin. Divê her ferdekî Kurd li vî mîrasê ku wan ji me re hiştî, bi rûmetekî bilind pêşwazî bike û ji bo gurkirina vê şoreşê bixebite.”

‘Emê ala wan bilindtir bikin’

Mamoste Hezar Nerexî di derbarê heman mijarê de axivî û destpêkê di kesayeta şehîdên meha Adarê de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û wiha bilêv kir: “Di nava her gelekî de hinek pîrozî hene ku dikarin li ser wê temelê jiyanek rast bidin avakirin. Em wek gelê Kurd bi taybet gelê azadîxwaz û tevgera azadiyê, şehîdên me yên wek heval Mazlum, heval Egîd û hevalên din yên ku bi qehremanî şerkirîn û gihiştîn şahadetê, pîroziyên me yên herî binirxin. Yê ku me bi nirx dike û di têkoşînê de dide jiyankirin şehîdên me ne. Ji bo vê jî her demê ku derbaz dibe, şahadetên me yên ku di vê têkoşînê de çêdibin, kêliyên wisa bi me dide jiyankirin ku hêz û vîna me derdikeve astekî hîn jortir. Em di nava vê hefteyê de birastî wek ciwan, weke tevgera azadiyê xwe bi hêz dibînin. Em li beranberî hemû şahadetên ku di vê têkoşînê de hatine dayîn deyîndarin. Em bi biryarin ku li hemû xeyalên wan yên nîvço mayî derbikevin û emê ala wan bilindtir bikin.”  

‘Me bi wê têkoşînê xwe naskir’

Hevberdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Murad Encû jî şehîdên meha Adarê bi bîr anî û wiha peyîvî: “Hefteya qehremanî ji 21’ê Adarê destpê dike heta 28’ê Adarê didome. Şehîd Mazlum Dogan di zindana Amedê de li dijî faşîzmê bedena xwe da ber agir û 28’ê Adarê jî Şehîd Egîd fîşeka destpêkê li dilê dijimin da, ji bo vê yekê jî Tevgara Azadiya Kurdistanê ev hefte weke hefteya qehremanî pênasekir. Wek gelê Kurd ev hefte ji bo me bi nirxe. Ji ber ku gelê Kurd bi saya van şehîdan xwe li ser lingan digirin. Dema qala Şehîd Egîd di hat kirin ku bi fîşeka yekamîn a di dilê dijmin de teqandî, tirsek çawan xist dilê dijmin. Piştî wê têkoşîn û berxwedanê, dijmin êdî zanî gelê Kurd heye û tekoşîna gelê Kurd ketiye qonaxekî nû. Wek gelê Kurd me jî bi wê berxwedan û têkoşînê xwe naskir.”

Herî dawî Murad Encû anîn ziman ku ew wek ciwan soz didin her tim li ser xeyal û têkoşîna wan bimeşin û got: “Emê heta dawiyê ala wan bilind bikin, ji ber ku ew efsaneyên me ne. Em bi saya şehîdan gihiştine vê astê û vê têkoşînê pêştêxin.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar