Ticker

10/recent/ticker-posts

YPG: Fermandar Rojhat û Dogan şehîd bûn

YPG`ê ragihand ku fermandar Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos di êrişa hewayî ya dagirkeriya Tirk de li Eyn Îsayê şehîd bûne û got “Em careke din soza xwe ya serkeftinê û azadiyê ku me daye şehîdên xwe û gelê xwe dubare dikin.”


Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di 16’ê Îlonê de li Eyn Îsa di encama êrişa balafira bêmirov a artêşa Tirk a dagirker de hevrêyên me Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos gihaştin asta şehadetê. 

Hevrê Rojhat di sala 1980’yî de li Bakurê Kurdistanê li navçeya Karakoçan a Elezîzê hat dinyayê. Di nav şerê azadiyê ku li welat dihat meşandin de wekî endamekî malbateke welatparêz mezin bû û şekil girt. Di temenê biçûk de çû Ewropayê. Dema ku li Ewropa bû, li hember şerê ku li welat dihat meşandin bêhelwest nema û li Ewropayê tev li kar û xebatên tevgera Azadiyê bû, piştî demeke kurt li çiyayên azad tev li refên gerîlayên azadiyê bû. Li çiyayên Kurdistanê li gelek herêman gerîlacîtî kir û herî zêde jî li herêmên Dêrsim û Zagrosê ma. Di sala 2014’an de, bi despêkirina êrişên hovane yen DAIŞ`ê ve berê xwe da Kerkûk û Maxmûrê, li vir li hemberî DAIŞ`ê şer kir. Piştî ku êrişên DAIŞ`ê li Kobanî gihîşt lutkeyê, berê xwe da Kobanî û pêşengtiya şerê li hember DAIŞ`ê kir. Li Rojava di serî de li berxwedana Kobanî, di pêngavên Minbic, Reqa, Tebqa, Girê Spî û di gelek pêngavên din de jî wekî fermandarekî pêşeng erk girt û tev li van pêngavan bû. 

Hevrê Rojhat, di temenê biçûk de ji bo azadiya gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn têkoşîn meşand. Ti caran hesabên şexsî nekir. Bi taybet di şerê ku li hember hovitiya DAIŞ`ê hat meşandin de, bê teredut tev li bû û kêlî bi kêlî têkoşîneke bênavber û bêhempa da meşandin. Dema ku hovitîya DAIŞ`ê di hemû mirovahiyê de tirsek mezin ava kiribû, fermandar Rojhat di şikandina vê tirsê de bi awayekî çalak rol girt û bi tecrubeyên xwe yên şer ve di binxistina DAIŞ`ê de rolek dîrokî lîst. 

Hevrê Rojhat di jiyanê de bi sekna xwe ya mutevazî û fedakar her tim ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û baweriyê. Di meşa xwe ya têkoşînê de ti car hêsabên şexsî nekir. Ruxmê ku gelek caran birîndar bû ti carî xwe paşve nekişand û her tim di eniyên pêş de tevli têkoşinê bû. Hevalê Rojhat bawer kiribû ku li Rojhilata Navîn azadî û demokrasî tenê bi civaka rêxistinkirî ve mumkun e.  Ji ber vê yekê her tim tecrubeyên xwe bi hevalên xwe ve û bi gelê xwe ve parve dikir. Ti carî ji berpirsiyarên ku diketin ser milên wî dûr neket, ji bo pêşxistina têkoşîna azadiyê her tim bi awayek çalak rol girt. Di her qadê ku lê mayî de civakê xwe perwerde kir û birêxistin kir. Şêwazê wî yê xwe û derdora xwe rêxistinkirinê her tim encam girt û serkeftinek mezin bi xwe re anî. Binketina DAIŞê ispata vê ya herî mezin e.

Piştî binketina DAIŞ’ê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser axên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûn. Qadên azad ku li hember hovitiya DAIŞ`ê hatibûn parastin, vê car ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin dagirkirin. Dewleta Tirk wekî ku dixwest tola binketina DAIŞ`ê bigire, êrişê axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destkeftiyên Şoreşa Rojava kir. Li ser vê esasê hevalên me û gelê me yê ku di binxistina DAIŞ’ê de çalak rol girtibûn bûn hedefa dewleta Tirk a dagirker. Heval Rojhat jî wekî fermandarekî pêşeng bû hedefe êrişên dewleta Tirk a dagirker. Hevrê Rojhat heta kêliya xwe ya dawî ti car ji azadiyê tawîz neda û li hember dagirkeriyê jî her tim bû xwedî helwestek zelal. 

Hevrê Dogan Amanos bi eslê xwe ji Mêrdinê ye, di sala 1979’an de li navçeya Îskenderûn ya Hatayê hat dinyayê. Di nav malbateke welatparêz de mezin bû. Di sala 2005’an de tev li refên Tevgera Azadiyê bû. Di sala 2013’an de derbasî Rojava bû û bi awayekî çalak tev li kar û xebatên şoreşê bû. Bi taybet di şerê ku li hember DAIŞ’ê hat meşandin de bi awayek çalak rol girt. Di vê çarçoveyê de tev li pêngavên Serêkaniyê, Minbic, Qadiriye, Mebrûka, Rabîa, Mişêrfa û Ceza bû. Her wiha di berxwedana Efrînê de jî cihê xwe girt. Hevrê Dogan di van pêngavan de gelek caran birîndar bû. Ruxmê vê birîndariya xwe hîn bi hers û çalakbûneke zêdetir tev li têkoşînê bû. 

Hevrê Dogan di pêşxistina şoreşa Rojava de di her kêliya xwe yê têkoşinê de seknek kedkar û fedakar raber kir. Bi hestên xwe yên kûr yê welatparêziyê her tim gelê xwe hîs dikir û li ser vê esasê bi ked û fedakariyek mezin tevlî xebatan dibû. Hemû berpirsiyartiyên ku diketin ser milên wî bi awayek serkeftî û kedek mezin bi cîh dianî. Hevrê Dogan bi şer û kedê xwe dihat nasîn. Ji bo ku gelê xwe û hevalên xwe biparêze, bi awayek fedayî şer kir û tekoşîn meşand. Bi taybet li hember hovitiya DAIŞ`ê bêyî ku bikeve nav fikarên şexsî, bi awayek fedayî şer kir û di binxistina DAIŞ`ê de bû xwedî kedek mezin. Her wiha di serî de li berxwadana Efrînê, li hember êrişên dagirkeriyê jî her tim di eniya pêş de têkoşîn da meşandin û bi vê awayî ji hevalên xwe re bû mînak. 

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Rojhat Karakoçan
Nav û Paşnav: Mehmet Gurbuz
Navê Dayikê: Kumriye
Navê Bav: Xeyrî
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1980, Karakoçan
Cih û Dîroka Şehadetê: 16.09.2022, Eyn Îsa

Nasnav: Dogan Amanos
Nav û Paşnav: Mehmet Akyol
Navê Dayikê: Îlva
Navê Bav: Şerîf
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1979, Îskenderûn
Cîh û Dîroka Şehadetê: 16.09.2022, Eyn Îsa

Em di şexsê her du fermandarên me hevrê Rojhat û hevrê Dogan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Ji malbatên hêja yên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soza xwe ya serkeftinê û azadiyê ku me daye şehîdên xwe û gelê xwe, dubare dikin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar