Jina bi navê Xanim Mijînî ya ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jiyan dike ji bo debara jiyana xwe bike şelemeyên nexşîn çêdike, destnîşan kir ku her karê tê kirin zorî û zehmetiyê xwe hene.
Jiyan Pîran
Hunera
Kurdan bi nexşên efsûnî yên ji destê jinên Kurd hatine afirandin, hatiye
dewlemend kirin. Her şaxek ya hunerê li gorî herêm û erdnîgariya heyî reng û
şêwe girtine. Li ser vî bingihî dayîk û jinên ciwan bi xeyal û dîtinên xwe yên
xwezayê laçik, gore, şeleme, çente, parzûn, mehfûr û gelek kel û pelên jiyanê
nexişandine. Dayîka Xanim Mijînî ya 50 salî jî yek ji wan dayîkan e ku bi
hunera destê xwe xweşik bûna reng û bendan yên newezam derdixe holê. Dayîka
Xanîm li ser huner û keda xwe ji rojnameya me re axivî.
Bi keda
destê xwe debara malbata xwe dike
Xanim
Mijînî piştî mirina hevjînê xwe dixwest bi keda destê xwe debara malbata xwe
bike û li ser wê yekê dest bi çêkirina karê dest ê hunerî dike. Xanim wiha qala
wan kêliyên jiyan xwe dike û vedibêje: “Her karê tê
kirin zorî û zehmetiyê xwe hene. Min li gund xwe fêrî karê dest kir. Min jî vî
karî hesdikir û bi wê heskirinê ez fêrî vê hunerê bûm. Wê demên derfetê
çêkirina çente, parzûn, mehfûr û şelemeyan gelek bû. Ji ber ku hemû jinên
herêma me ev kar dikirin, dîtina pêwîstiyan gelek hêsan bû. Lê dema em penaber
bûyîn demek dirêj me nekarî em pêwîstiyên çêkirina van kel û pelan pêşwazî
bikin. Ji ber ku derfet di destê me te tine bûn, min demek dirêj navber da
çêkirina çente, parzûn, mehfûr û şelemeyan. Dema hevjînê min jiyan xwe ji dest dayî,
min hewlda bi keda destê xwe debara malbata xwe bikim. Min wê demê dest bi
çêkirina gore, kemberên morî û gelek kel û pelên din ên dest kir.”
‘Min nexşê
wê ji bîr kiri bû’
Xanim di
berdewam axaftina xwe de diyar kir ku di van sê salên dawîn de bi dehan
şelemeyên nexşîn bi destê xwe çêkiriye û wiha pêde çû: “Herî dawî beriya sê
salan min piştî navberek dirêj dest bi çêkirina şelameyên nexşîn kir. Ji ber ku
min demek dirêj navber dabû çêkirina şelemeyan, min nexşê wê ji bîr kiri bû. Jineke
ciranê me wê demê şelemeyan çêdikir min ji wê alîkarî xwest. Min darteviya wê
anî, zavayê min li ber wê ji bo min dartevniyek çêkir û min dest bi çêkirina
şelameyan kir. Min destpêkê li ber şelameyekê çêkirî dest bi çêkirina şelemeyê
kir. Şelemeya destpkê hinek kêmanî ketinê, lê ji wir û şûnde şelemeyên ez
çêdikim gelek xweşîk derdikevin. Kesên ji gel min şelame girtine hemûyan jî
çêkirina wê ecibandine. Ji ber ku çêkirina wê gelek zehmete ez her du hefteyan
yekê biçûk ku jin li ser cilên Kurdî girêdidin çêdikim. Şelemeyên ku zilam bikartînin
jî çêkirina wan mehekê berdewam dike. Piranî ez li ser daxwaza kesan dest bi
çêkirina şelameyan dikim. Piranî ciwanên me şelemyan bi kartînin lê çêkirina wê
gelek kêm bûye, ji ber ku êdî kes bi karê dest re mijûl nabe. Zehmet dibînin û
xwe diber wê zehmetiyê de nawestînin. Lê ev rastiyeke çêkirina van şelameyan
parastina resentiya çanda Kurd û Kurdewariye.”
0 Yorumlar