Çalakiya nobetê ya di 20 Tîrmehê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin, bi dewrgirtina koma 23’yemîn berdewam dike.
Merasîm bi amadebûna gelê wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 22’yemîn Viyan Seyhan daxuyaniyek xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wek gelê Mexmûrê bi çalakiya xwe helwesta xwe li dijî tecrîdê didin diyar kirin. Nêzîkatiyên li Rêbertî tên kirin li hemberî gelê Kurd tê kirin. Rêbertî ji bo me rêya bicihanîna Kurdistanek azade. Wek ku Rêber Apo dibêje; ‘Me bi ciwantî destpê kir emê bi ciwantî bi ser bixin.’ Emê li hemberî hemû zext û çewistandina, li hemberî xiyanet û êrişan li berxwe bidin. Li ser vê yekê em serkeftinê ji koma nû re dixwazin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedan Mexmûrê’ û ‘Bijî Serok Apo’ di dawî bû.
0 Yorumlar