Bersivên Gel:
- Fikrek
e.
- Îdeolojî
ye.
-
Netewperestî ye.
- Fikrê
Cihûyan e.
- Dijî
Filistînê ye.
- Rastiya
Îsraîlê ye.
- Yekîtiya
Cihûyan e.
- Rêbazek
ya girtina axa Filistînê ye.
-
Îdeolojiyek ya dewletan e.
- Bingehê
Îsraîlê ye.
Siyonîzm
weke tevgereke îdeolojîk li ser bingeha neteweperestiya Cihûyan tê naskirin. Li
vir armanc gihandina axa Îsraîlê ye. Ji kesên ku îdeala siyonîzmê qebûl dikin
re sîyonîst tê gotin. Peyva Siyonîzmê ji peyva "Sion" ku wekî navê
kevnare yê Orşelîmê tê zanîn, hatiye wergirtin. Armanca sereke ya siyonîzmê ku wek
îdeala bingehîn a neteweperestiya Cihûyan tê qebûlkirin, avakirina dewleteke Cihûyan
ya li axa Filistînê ye. Li gorî vê baweriyê, Filistîn ji Cihûyan re weke erdekî
pîroz hatiye hiştin. Ev bawerî ji roja ku yekem car hatî pejirandin ve gelek
parêzvanên wê hene.
Alîgirên
vê ramanê ji bo avakirina dewleteke Cihû ya serbixwe li axa Filistînê
dixebitin. Ev bawerî ramaneke ku ne tenê Cihûyên ku li Îsraîlê dijîn, yên ku di
qada navneteweyî de jî hemî Cihûyan digire nav xwe. Ji damezrandina Îsraîlê ve,
di demên cuda de tevgerên ji bo avakirina dewleteke Cihûyan li ser axa
Filistînê hene. Tevgera sîyonîst jî dem bi dem şiklê xwe diguherand. Îdeala
herî bingehîn a neteweperestiya Cihûyan ewe ku li Filistînê dewleteke Cihû ya
serbixwe ava bike. Ji vê fikra bingehîn re sîyonîzm tê gotin. Kesên ku
siyonîzmê hembêz dikin û di vê çarçoveyê de dixebitin re sîyonîst tê gotin.
Siyonîst bi giştî bi zimanê Îbranî daxivin. Ji dema ku wan Îsraîl ava kirin û
li vir bi cih bûn, Cihûyan zû zimanên ku di dema diyasporayê de bikaranîn red
kirin. Ji ber vê sedemê zimanê Îbranî li seranserê welat bûye zimanê hevpar.
Piştî damezrandina dewleta Îsraîl, peywendiya di navbera siyonîstan de pir xurt
bû û zimanê hevpar bi vî awayî girîngî bidestxist. Bingeha ramana siyonîst ‘Danezana
Azadiyê ya Îsraîlê’ ye. Dijminê siyonîstan wek antîsemîtîzm hatiye diyarkirin.
Tê zanîn
ku avakerê siyonîzma nûjen Theodor Herzl e. Siyonîzma nûjen di dawiya sedsala
19’an de derketiye holê. Siyonîzma ku wek berteka li hemberî zêdebûna
antîsemîtîzmê derketiye holê, jêre "Ronahîniya Cihûyan" jî tê gotin.
Di dema damezrandina xwe de, Siyonîzm bi taybetî ji hêla dewlemendên Cihû û
baronên Cihû ve hate piştgirî kirin. Her çiqas li Filistîna ku wê demê di bin
kontrola Împeratoriya Osmanî de bû jî, hewl hat dayîn ku dewleteke Cihû ava
bikin, ev yek pêk nehat. Lê bi însiyatîfa siyonîzmê di sala 1948’an de Dewleta
Îsraîlê hat damezrandin. Bi saya vê dewletê hat xwestin ku Cihû bi yekîtî û
hevgirtinê ji komkujiyan bên parastin. Tê zanîn ku Siyonîzm di dawiya sedsala
19’an de ji aliyê Cihûyên laîk ve hatiye damezrandin. Armanca siyonîzmê
avakirina dewleteke serbixwe ya Cihûyan e li ser axa ku ji wan re hatiye dayîn.
Diyasporaya Cihûyan du hezar sal e heye. Siyonîzm bi taybetî li Ewropayê li
hemberî zêdebûna antîsemîtîzmê wek bertek derket holê. Ji wê rojê û pêve her ku
piştgiriya ji bo siyonîzmê zêde bû, ev tevger jî bi lez mezin bû.
Di encama
van însiyatîfan de, di 14’ê Gulana 1948’an de dewleta Îsraîlê ji aliyê Cihûyan
ve hat avakirin. Hejmara Cihûyên li Îsraîlê dijîn, roj bi roj zêde bû. Ji sedî
40’ê Cihûyên cîhanê li Îsraîlê dijîn. Armanca herî bingehîn a siyonîzmê ewe ku li
ser axa Filistînê ku wek axa pîroz tê dîtin, dewletek Cihû ava bike. Armancên
niha yên siyonîzmê di 28’emîn Kongreya Siyonîst a ku di sala 1968’an hat
lidarxistin de hatin diyarkirin. Li gorî vê yekê pênc xal derketin holê. Li
gorî vê yekê yekitî û hevgirtina gelê Cihû hate destnîşankirin. Her weha armanc
ewe ku hemî Cihûyên ji çar aliyê cîhanê li Îsraîlê bicivin. Dîsa heman kongre
li her derê li ser bingehê parastina mafên Cihûyan pêk hat. Di heman demê de,
bi baldarî li ser parastina nasnameya Cihûyan, bi taybetî jî bikaranîna zimanê
Îbranî. Her wiha, bi gotina ku bingeha dewleta Îsraîlê li ser nêrîna edalet û
aştiyê hatiye avakirin, bi armanca xurtkirina dewletê hate xwestin.

0 Yorumlar