Ticker

10/recent/ticker-posts

Ji Tevgera Azadî şandeyek serdana wargeha Mexmûrê kir

Şandeya Tevgera Azadî ji Kelar û Silêmanî serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê kirin.

Duh êvarî şandeyek ku ji endam û desteya Hevserokatiya Tevgera Azadî pêkdihat, ji Kelar û Silêmanî serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê kirin.

Şande ji bo ji nêzîk ve rewşa wargehê ya di vê pêvajoyê de hîn baştin bizanibin û bibînin, çûn serdana wargehê. Şande di nava waragehê de serdana saziyên weke Meclîsa Îştar, Atolyeya Şehîd Delîla, Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn, Şaredarî, Peyamangeha Şehîd Kerîm Kato û hwd kirin. Nîqaşên ku di serdanan de hatibûn kirin têkildarî sîstema xwerêveberiya wargehê her wiha ev saziyên ku serdana wan kiribûn têkildarî kar û xebatên ku têde tên meşandin nîqaş hatin kirin. Bi wê ve girêdayî di derbarê Pergala Netewa Demokratîk ya di wargehê de çawan tê birêvebirin hatin nîqaşkirin.

Li ser navê şanedeyê Endamê Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadî Komelgeyî Kurdistan Cûmee Kerîm Mihemed ji Rojnews re axivî.

Endamê Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadî Komelgeyî Kurdistan Cûmee Kerîm Mihemed di axaftinên xwe de behsa armanca serdana xwe ya ji bo Wargeha Mexmûrê kir û wiha peyîvî: “Em weke Tevgera Aazadî li Başûrê Kurdisatan rêxistinek civakî û siyasîne. Armanca serdana me ya ji bo Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ewbû ku em ji nêzîk ve êriş û zextên li ser wargehê yên ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistan, PDK û êrişên hewayî yên dewleta Tirkiye ve tên pêkanîn, bizanin û bibînin bû. Li wargehê pêşwaziyek baş ji bo me kirin. Wek tê zanîn ev çend salin dorpêçek di aliyê mirovî, aborî, tendûristî û siyasî de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li ser wargehê heye. Her wiha herî dawî ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve jî gef li wargehê tê xwarin, li aliyê din jî em dibînin gelek caran balefirên bê mirov û bi çek yên dewleta Tirkiye li ser wargehê digerin û êrişan pêktînin. Em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin demildest vê dorpêçê li ser wargehê rabike. Her wiha ez bang li Hikûmeta Iraqê jî dikim ku hîn zêdetir di aliyê pêwîstiyên mirovî de bibin alîkar. Ji ber ku wargehekî penaberên siyasiye, mafê wan heye li kuderê dibe bila bibe divê jiyanek bi rûmet û azad jiyan bike. Di çarçoveya yasayên ku Hikûmeta Iraqê û navdewletî de ji bo penaberan hatiye diyar kirin divê ew maf were dayîn.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar