Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê derbarê êrişa hewayî ya balefira keşfê ya dewleta Tirk a dagirker a ser malek li Şengalê de daxuyaniyek dan û wiha gotin; “Êşa Şengalê, êşa me ye. Hedefgirtina Şengalê, ji hedefgirtina Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê ne dûre. Berxwedana ku çar rojin xelkê wargeha Mexmûrê li beramberî zextên Artêşa Iraqê dide, bi êrişên li ser Şengalê ve girêdayî ye.”
Di seatên sibehê de li gundê Xelef a girêdayî Barê malek ji aliyê balafira bi çek û bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker ve hate bombebaran kirin û di encama êrişê de tu ziyanên canê çênebûn. Mal bi temamî ruxiya, piştî bûyerê lijneyek ji aliyê Artêşa Iraqê, Emin Elwetenî û polîsan ve, ji bo lêkolînê serdana cihê bûyerê kirin, lê mîna her carê lêkolîna wan bê encam bû.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ev 4 rojin li dijî hewlên Artêşa Iraqê ya ji bo dorpêçkirin û têlkirina derdora wargehê di konan de li berxwe didin, li ser êrişa hewayî ya li ser malek li Şengalê de daxuyaniyek belavkirin.
Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî giyanê şehîdên Tevgera Azadiy Kurdistanê destpê kir. Daxuyanî ji aliyê Hevberdevka Komîteya Malbatatên Şehîdan a Mexmûrê Sultan Yildiztan ve hate dayîn.
Sultan Yildiztan di destpêka axaftina xwe êrişa li ser Şengalê şermezar kir û wiha got: “Em wek xelkê penaber ê wargeha Şehîd Rustem Cûdî çar rojin di berxwedaniyek mezin de ne. Ger ku îro Şengal hatiye hedefgirtin, ev yek ji hedefgirtina Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê ne dûre. Berxwedana ku çar rojin xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê li beramberî zextên Artêşa Iraqê dide, bi êrişên li ser Şengalê ve girêdayî ye. Bila kes ji me xwe nexapîne, ji ber ku êşa me gelê Kurd hemûyan yeke. Ji ber ku êrişên ku li ser me çêdibin, bi hev re tên kirin. Ji duh bi şev ve li ser Şengal, Mexmûr, Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê balefirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker, bê navber digerin.”
Di dewamê de Yildiztan ragihand ku xelkê Mexmûrê ji ber êrişa li ser Şengalê xemgîne û wiha dawî li axaftina xwe anî; “ Wekî gelê Kurd niha hêrsa me gelek e. Em jî niha di çalakiyek mezin a berxwedanê de ne. Êşa Şengalê, êşa me ye. Em êş û xema xelkê xwe yê Şengalê parve dikin, em jî hevalê êşa wanin. Her şehîdek ku li cihekê çêdibe ew êş xwe di dilê me hemûyan de bi cih dike. Doz û daxwazên me hemûyan yekin ku îro ji bo van em niha di bin vê toz û firtoneyê de li ber xwe didin. Wek Malbatên Şehîdan û xelkê Mexmûrê ku îro ji bo rûmet û îradeya xwe li ber didin, li gel we ne. Bimre kedxwarî û dagirkerî.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ û ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.
0 Yorumlar