Hewldanên Artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora wargeha penaberan ya Mexmûrê dewam dike. Şandeyek ji nûnerên wargeha penaberan bi rayedarên Iraq û nûnerên Neteweyên Yekbûyî re civiya. Daxwazên xwe pêşkêş kirin, lê hîna ti encamek ji hevdîtinan derneketiye.
Hewildanên artêşa Iraqê ya ji bo dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) berdewamin. Berxwedana gel jî di roja çarem de bi biryardariyek xurt berdewame.
Îro Şandeyek ji nûnerên wargeha penaberan bi rayedarên Iraq û nûnerên Neteweyên Yekbûyî re civiya. Şandeyê daxwazên xelkê wargehê pêşkêşî nûnerên Neteweyên Yekbûyî û Hikûmeta Iraqê kirin, lê hîna ti encamek jê derneketiye.
Hewildanên dorpêçê berdewamin û berxwedana gel jî ya li berdewame.
0 Yorumlar