Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya Mexmûrê 116 roj li pey xwe hişt

Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin ji aliyê gel û saziyên weragehê ve tê ziyaret kirin.


Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatibû destpêkirin ku bi koma 23’an didome, ji aliyê xelkê û saziyên wargehê ve tên ziyaretkirin. Li ser vî bingehî endamên şardariyê û mamosteyên wargehê serdana çalakvanan kirin. Di serdanê de Hevserokê Şerdariya Mexmûrê Bedran Pîranî axivî.

Bedran Pîranî di destpêka axaftinên xwe de çalakiya ku li wargehê hatibû destpêkirin silav kir û wiha got: “Em di kesyeta çalakvanên li vir de hemû çalakvanên Kurdistanên û cîhanê yên ji bo azadiya Rêber Apo  di çalakî de ne silav dikîn. Wek tê zanîn ji sê mehan zêdetir li wargehê ji bo fîzîkî azad kirina Rêber Apo hatiye destpê kirin. Armanca me ji vê çalakiyê ew ku wek gelê wargehe em bikarin erk û berpirsyatiyên xwe yên li hemberî Rêbertiya xwe pêkanîne. Saya fikrê Rêberî gelê herêmê îro li pey doza maf û îrdeya xwe ketine. Heta Rêbertî me azad ne be me li vê wargehê hemû cûrên çalakiyan li darbixîn.”

Her wiha li ser navê çalakvanan Elî Nêrwehî jî diyar kir ku armanca wan teqez fîzîkî azad kirina Rêberê Gelê Kurd Abudllah Ocalane û wiha got: “Armanca çalakiya me fîzîkî azad kirina Rêber Ocalane û ji bo pirsgirêka Kurd çarseriye. Em amadene ku hemû cûrên çalakiyan ji bo azadkirina Rêbertiya xwe li darbixîn. Li ser vê bingihê em serkeftinê ji hemû gelê azadîxwaz re di xwazîn.”

Piştî axaftinên hatî kirin li cihê çalakiyên civatek germ destpê kir û heta direngiya şevê berdewam kir.

Yorum Gönder

0 Yorumlar