Ticker

10/recent/ticker-posts

Çareserî Rêber Apo ye

Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn û gotin: “Heta ku ev tecrîd neyê şikandin û Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe emê têbikoşin. Weke jin jî azadiya me bi azadiya Rêber Apo ya fîzîkî re gengaze.”

Xurbet Tallî


Ev 24 salin tecrîdek girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Bi taybet ev du salin bi ti awayî agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin. Têkildarî vê tecrîdê jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji Rojnews re axivîn.

‘Ji pirsgirêk û aloziyên heyî re nabe bersiv’

Qîmet Nererxî di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û wiha peyîvî: “Yên ku vê tecrîdê li ser Rêber Apo didin meşandin wê ti carî negihijin armanca xwe û wê wekî birînek kûr di dilê wan de bimîne. Dema mirov berê xwe dide giştî cîhanê bi taybet Rojhilata Navîn kaosek pir dijwar tê meşandin, yek ji sedemê vê kaosê jî modernîteya kapîtalîst û dewletên sermayedar yên ku civakan ji bo xwe bikar tîne ye. Dewlet bi van rêbazan dixwaze tenê xwe têr bike, ji pirsgirêk û aloziyên heyî re nabe bersiv, her wiha di hêle ev alozî hîn kûrtir bibe. Ji bo vê jî em dizanin kilîda çareseriya pirsgirêkan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

Di dewamê de Qîmet Nerexî got; “Heta em Rêber Apo bi awayek fîzîkî azad di nava xwe de nebînin, em wek jinên Kurd ti carî nasekinin. Ne tenê jinên Kurd, îro hemû jinên bindest yên li giştî cîhanê azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin.”

‘Em ji rewşa Rêbertî bi fikarin’

Kurdistan Manak jî hêrsa xwe ya li himberî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan bi van gotinan anî ziman: “ Wek tê zanîn bi salane tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin. Bi vê ve girêdayî ji sala 2019’an ve bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin û em tiştekê jê nizanin ji bo wê jî em ji rewşa Rêbertî bi fikarin. Rêber Apo di sala 1999’an de bi komployekî navnetewî hat dîlgirtin û radestî dewleta Tirk a dagirker hat kirin. Dewletên dagirker xwestin Rêber Apo bi fîzîkî ji gelê Kurd qut bikin, lê bi saya fikir û ramanên Rêber Apo ev yek pêknehat. Gelê Kurd yê ku nedikarî bêje ez Kurdim û haya wî ji Kurdîtiyê jî neyî bi fikirê Rêbertî şiyar bû. Jixwe dema mirov tecrîdê digre dest, aliyek wê yê ku dewletên dagirker evqas tecrîdê giran dike jî ji ber ku Rêber Apo civakek ji xewa giran şiyar kiriye. Armanca dewletên dagirker ewbû ku ev civak hertim di vê xewê de bimîne bû. Rêbertî bi fikir û ramanên xwe her ferdek yê vê civakê zanekir, kir artêş û anî astek wisa ku bikaribe li himberî hemû cûrên êriş û çekan li berxwe bide û xwe feda bike.”

‘Dixwazin dawî li vê tekoşînê bînin’

Kurdistan di nava axaftinên xwe de êrişên ku li Herêmên Parastina Medya û tevahî Kurdistanê pêktê bîrxist û wiha domand: “Eger em bêjin şerê ku îro tê kirin, di navbera me û dewleta Tirk de ye ev şaşe. Ji ber ku ev di heman demê de şerê du hêzane jî, wek sîstema Demokratîk exlaqî û polîtîk ya ku Rêbertî ji bo civakan pêşniyar dike û li himberî vê jî sîstema sermayedare. Tecrîda girankirî ya ku li ser Rêbertî tê meşandin mirov nikare ji şerê ku îro li Zap, Avaşîn û Metîna her wiha êriş û qirkirinên siyasî yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji hev qut bigre dest.”

‘Mîmarê hebûna me Rêber Apo ye’

Kurdistan Manak di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ku divê ew wek gelê Kurd ji bo Rêber Ocalan li ser piyan bin û ev bang kir: “Bi taybet wekî jin eger em îro dikarin hizir û ramanên xwe bînin ziman yan jî hebûna xwe bidin diyarkirin, ev bi saya Rêbertiye. Mîmarê hebûna me Rêber Apo ye. Ji ber vê divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe her tim di nava têkoşînê de bin. Xwe pêşbixin, zanabikin û ew doza ku Rêbertî û şehîdên me heta vê astê aniye, em dest jê neberdin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar