Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Şehîd Soro Gabar hate bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Gerîlayê HPG’ê Soro Gabar(Vedat Otun) bi merasîmekî bi heybet hate bibîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Gerîlayê HPG’ê Soro Gabar(Vedat Otun) bi merasîmekî bi heybet hat bîranîn. Di merasîmê de, di kesayeta Şehîd Soro Gabar ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê sicîla şehîd hat xwendin, her wiha piştî wê Hevserokê Meclîsa Gel a wargehê Yusif Kara axivî.

Yusif Kara di destpêka axaftina xwe de di kesayetiya Şehîd Soro de tevahî şehîdên Kurdistanê bibîranî û got: “Dema mirov di hizûra van parkrewanên nemir de kom dibin, lingên mirov, mejiyê mirov dilerize. Malbatek ku buyî nirxên pîroz yên Kurdistanê, malbatên ku mohra xwe li dîroka vê şoreşê dayîn bi van cangoriyan, bi vê fedekariyê bi vê exlaqê şoreşgerane xwedîkirin, mezinkirin û gihandina vê astê û bibe nirxê qewmekê, neteweyekê, şoreşekî ev nabe nesîbê her kesekê. Ji ber vê ya ku ji me tê xwestin, emê çawan bibin layîqê van şehîdan û van malbatên ku ewqas xwedî keramet û bi nirx, emê çawan bikaribin al, nirx, wêrekî, vîn û keda wan xwedî derbikevin û biparêzin. Her malbatekî li vir xwedî gerîlayeke, xwedî şehîdekî nemire, ji ber wê dema em dibêjin Wargeha Mexmûr wargeha şehîdan tê zanîn û pênasekirin. Ji bo em bi karibin li keda wan derbikevin jî erk û wezîfeya me şopandina doza wan û daxwazên wane. Dubare em dibêjin serê malbata hêja, serê Rêber Apo, rêhevalên wî û gelê welatparêz saxbe.”

Piştî azaftina Hevserokê Meclîsa Gel, li ser navê malbatê dayîka Şehîd, Emîne Otun axivî û got ku Şehîd Soro ne şehîdê malbatê ye şehîdê we tevane û got: “Wesyeta Şehîd Soro ew bû ku dema şehîd bikeve ez jêre tilîlî bidim, min wesyeta wî anî cih. Serê Rêber Apo saxbe, serê hevalên wî û tevahî gelê amade saxbe.”

Her wiha bavê Şehîd, Hamid Otun jî axivî û diyar kir ku Şehîd Soro şehîdê we tevaye û got: “Destpêkê serê Serokatî saxbe, serê hevalên wî yên ku îro di çeperan de li berxwe didin û yên ku di zindanan de têdikoşe saxbe û serê gelê walatparêz saxbe. Erka ku niha dikeve li ser milê me, em li ser şopa wan bi meşin û xeyal û xwestekên wan heta serkeftinê bibin.”

Piştî axaftinan merasîma bîranînê bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku Soro Gabar şehîdê malbatê yê sêyemîne. 2 birayên wî yên din di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar