Em ê di vê nivîsê de behsa hinek erk û berpirsyartiyên jiyanî yên welatparêziyê bikin. Lê beriya ku em behsa hinek erk û berpirsyartiyên welatparêziyê bikin, divê destpêkê pênaseya welatparêziyê carekdin bibîrbixin.
Ha dibe ku
dema hinek xwêner dest xwendina vê nivîsê dikin bêjin; ma ev jî pirs e, ma kî/ê
wate an jî pênaseya welatparêziyê nizane? Bêguman mirov ji zarokekê jî bipirse
wê welatparêziyê pênase bike. Lê welatparêzî têgehek welê ye ku çawa
bawermendek her roj bi navê Xweda dest bi jiyanê dike, pêwîste kesê/a ku xwe
welatparêz dibîne jî her tim vêya bibîr bîne û bi wê tenê jî sînor nemîne,
tiştên pêwîst bike. Niha ji ber em di vê mijarê de hinek kêmasiyan jiyan dikin
lewra hewce pê heye ku em carek din wateya welatparêziyê û bi vê re erk û
berpirsyartiyan bibîr bixin.
Baş e,
welatparêzî çiye, an jî dema ku welatparêzî tê gotin çi tê bîra mirov? Wekî ji
peyvê jî tê fêhmkirin, welatparêzî; ji welatê xwe hezkirin, parastin û
xweşikkirine. Dibe ku em ew kesên ji ber sedemên cûda ji welatê xwe qutbûne,
dema peyva parastin û xweşik kirinê dibihîzin bêjin ku temam, em dikarin welatê
xwe ji dûr ve jî hez bikin, lê em di nava sînorên welat de jiyan nakin ku
welatê xwe biparêzin û xweşik bikin. Raste em wekî wan kesên ku di nava sînorên
welat de jiyan dikin bişans nînin, lê em dikarîn ji dûr ve jî welatê xwe
biparêzin û xweşik bikin. Ji ber ku parastin û xweşik kirin ji dûr ve jî tê
kirin. Jixwe bi dehan salin ku tişta Kurdên derveyî welat dikin ev e. Lê
rastiyeke ku ev hest û hewldan wekî berê xurt nîne. Lewra divê ev hest û
hewldan carek din bê xurtkirin. Her wekî din bi mezinbûna Tekoşîna Azadiyê re,
dijmin ji rê û rêbazên xwe yên şerê taybet guherandiye. Em dikarin ji vê re
çend mînakan jî bidin; berê jî li ser Rêber Apo tecrîd û êşkence hebû, lê tu
wextan wiha demdirêj ne ajotibû û negihiştibû asta herî jor. Dîsa ger em hovîtiya
dijmin a navçeya Serîk a Antalyayê - sala 1997’an ne hesibînin, tu demê dijmin
cesaret nekiriye ku cenazeyên şehîdan ji gora wan derxîne û bê hûrmet nêzîk
bibe. Her wekî din berê jî dijmin li dijî şervanên azadiyê çekên kîmyawî bikar tanî,
xwezaya Kurdistanê talan û wêran dikir, lê tu demê qasî van salên dawî; wiha
hov nêzîkî şervan û xwezayê nedibû û ya herî kambax jî xwezayê bi destê kesên
ku dibêjin em Kurdin û welatparêzin dide talankirin û wêrankirin.
Dîsa em
çiqas ji destpêka salên 1990’an û ji şûn ve ji welat derketibin jî me heta wê
demê; kêm zêde ji polîtîkayên dijmin a fihûş, tiryak û sîxûrtiyê re şahidî
kiriye, lê tu demê qasî van salên dawî; fihûş, tiryak, sîxûrtî zêde ne bibû û
di nava Kurdên derveyî welat de jî nehatibû belavkirin. Helbet hîna gelek mînak
hene ku mirov bide, lê bawerim evqas besin. Ji ber ev mînakên ku me dane sereke
û pir jiyanî ne. Mînak dema em tecrîd û êşkenceya teqez a li ser Rêber Apo
bigirin dest, çima dijmin ev tecrîd û êşkence derxistiye asta herî jor? Ma qey
li hember vê bêhûrmetî û hovîtiyê bertek nayên raberkirin? Belê hem li wargeha
me hem li Bakur û Rojhilatê Sûrî û hem jî deverên cûda yên cîhanê, gelê me û
dostên xwe bertekên cûr be cûr raberdikin. Lê wê demê çima dijmin di paş de
pêngav na avêje? Ji ber bertekên ku em raberdikin; lewazin, dem dirêj nînin,
dewlemend nînin, em bi xwe re sînordar dimînin. Lê tecrîd hemû mirovahiyê
eleqedar dike. Yanî hewce nake Kurd be, welatparêz be an jî Kurdistanî be.
Raste divê destpêkê yê ku xwe welatparêz dibîne li hember derbikeve. Lê ji ber
ev hem erkek mirovî ye û hem jî Rêber Apo îro li ser navê hemû mirovahiya
bindest berxwedide û tekoşîn dimeşîne. Lewra ev dijî derketin qasî me eleqedar
dike ew qas jî mirovahiya bindest eleqedar dike. Ji ber vê jî divê em ji îro û
şûn ve hîn zêdetir dijî wan derbikevin û têkoşînê berfirehtir bikin. Ev
rastiyeke ku heta em wiha nekin ne pêkane ku tecrîd bişkê, faşîzm birûxe û
Rêber Apo azad bibe. Eger bi rastî jî me têkoşîna xwe berfireh kiriba,
hewldanên xwe zêde xurt, cûr be cûr û dem dirêj pêkanîban dibe pêwîstî nemaba
ku heval Weysî û Mihemed xwe bi şewitandiban.
Ev ji bo
erk û berpirsyariyên ku me li jor anî ziman jî derbasdarin, lê tê zanîn her
pêkanînên dermirovî, derexlaqî û derwîjdanî bi tecrîd û êşkenceya li ser Rêber
Apo ve destpêkiriye. Dema ku dijmin di sala 2015’an de dawî li hevdîtinên ku bi
Rêber Apo re anî û têkiliyên Rêber Apo yên bi şande û malbatê re qut dikir, em lê
dijî derketiban, dibe ku ew pêvajoya hevdîtinan neqediyaba û şer
destpênekiriba. Lê dema ku dijmin mêzeya hevdîtinan qeliband, Rêber Apo xist
bin tecrîd û êşkenceyê dît ku bertek lewazin, lewra şer da destpêkirin û bi
hemû hovîtiya xwe ve dest bi êrişê kir. Ji xwe şewitandina mirovan, xirakirina
bajar, goristanan, revandina cenazeyên şehîdan, bikaranîna çekên kîmyawî,
dagirkirina Efrîn, Serêkanî û Girêspî, avakirina şebekeyên fihûş, tiryak û
sixûran pişt re çêbûn û ev hovîtî, bêrêzî bi hemû dijwariya xwe ve didome. Eger
gotin di cih de be me li vê derê windakir. Rêber Apo jî dibêje: “We li ku derê
winda kiribe, li wê derê bigerin.” Ji ber wê jî divê em destpêkê tecrîdê
bişikînin, Rêber Apo ji aliyê fizîkî ve azad bikin. Jixwe eger me ev hewldana
xwe biserxist ên din wê pir hêsanî bên çareser kirin. Lewra eger em carek din
vegerîn li ser mijara parastin û xweşikkirina welatê xwe; her çiqas em dûrî
welat jî bin, dikarin li ser parastin, xweşikkirin, aram û geşedanên welatê xwe
bandor bikin. Divê ev her tim di bîra me de be ku em guh, çav û zimanê ji der ve
yê welatê xwe ne. Biçûk, mezin her hewldan rûyê dijmin ê rasteqîn derdixîne
holê, tengav dike, zext çêdike, lewaz dike û ji welat re jî dibe moral û
wêrekiyek mezin. Lê dema ku em vê erk û berpirsyartiya xwe bicih tînin jî, divê
tu demê dest ji parastina xwe ya menewî jî bernedin. Pêwîste ev parastin tenê
ji aliyê fizîkî ve nebe…
Metîn Avaşîn

0 Yorumlar