Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Eyûb Barzanî, têkildarî
hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serekkomarê Tirkiyeyê
Recep Tayyîp Erdogan de got: “Rastiya hevdîtinê bi kûrtasî mirov dikare bêje,
Erdogan ferman daye û Nêçîrvan jî çû bi cih bîne. Desthilata Başûr ji bo
pêşketina Kurdistanê astengiyek mezine. Dem hatiye ku êdî ev desthilat bê
rûxandin û dem dema serhildanê ye.”
Armanc Herekol
Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Eyûb Barzanî ji ajansa me re
qala armanca hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya bi
Serekkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re kir û eşkere kir ku di hevdîtinê
de ti gûftûgo nehatine kirin, fermanên Erdogan hene û Nêçîrvan Barzanî jî çûye
pêkbîne.
‘Yek ferman dide, yek jî pêktîne’
Eyûb Barzanî da zanîn ku ev hevdîtin ne hevdîtinek ji rêzê
bû û got: “Dewleta Tirk ti caran Kurdan qebûl nake û di hevdîtinan de jî diyar
dibe, ti prosedûrên fermî pêknehatine û bi van hevdîtinan bêrêzî li Kurdan tê
kirin. Daxuyaniya ku Serokatiya Herêma Kurdistanê ya li ser hevdîtinê dayî ez
bawer nakim û ne raste. Ya rastî ewe ku Erdogan ferman daye Nêçîrvan û Nêçîrvan
jî çûye bi cih bîne. Ji ber ku Tirkiye vê yekê na veşêre. Tirkiye Herêma
Kurdistanê nas nake û li gor wê nêz dibe. Di hevdîtinan de ti gûftûgo nînin,
ferman hene û Nêçîrvan çûye pêkbîne. Di wê hevdîtinê de dû alî nînin, herdû jî
yekin. Yek ji wan ferman dide û yek jî pêktîne.”
‘Rêveberiya Başûr li gor Erdogan kar dike’
Barzanî da diyarkirin ku Nêçîrvan di her hêlê de pişta xwe
li Erdogan germ dike û wiha peyivî: “Dibe ku gelek kes bêjin, çima Nêçîrvan di
demek wisa aloz de çû gel Erdogan, divê hemû kes bizanibin ku Erdogan gotiye
Nêçîrvan were û ew çûye. Nêçîrvan dixwaze wisa nîşanî Iraqê bide ku pişta wan
li Tirkiyê germe. Bi van hevdîtinan gefan li Dadgeha Federal a Iraqê dixwin. Ti
biryarên Rêveberiya Herêma Kurdistanê nemaye û dewleta Tirk kengê û çawa
bixwaze, wan li gor xwe dide xebitandin. Tirkiyê ji berê vê yekê serweriya
Başûrê Kurdistanê xistiye di destê xwe de. Di Iraqê bixwe de jî, gelek
tevlîhevî heye.”
‘Heta ku desthilat neyê rûxandin, wê ti caran aramî
çênebe’
Herî dawî siyasetmedar û nivîskarê Kurd Eyûb Barzanî di nava
axaftinên xwe de bilêvkir ku Tirkiye ji xwe re xûlaman digere û wiha pêde çû:
“Dewleta Tirk siyasetekî qirêj di nava Kurdan de dide meşandin û ji xwe re li
xûlaman digere. Desthilata li Başûr, desthilatekî şexsî ye. Ji ber vê şêwaza
desthilatdariyê, rê nayê dayîn ku tifaqek a Kurdan çêbibe. Desthilata Başûr ji
bo pêşketina Kurdistanê astengiyek mezine. Ti berpirsyartiyek a Rêveberiya
Başûr nîne. Heta ku ev desthilat neyê rûxandin, wê ti caran aramî çênebe. Dem
hatiye ku êdî ev desthilat bê rûxandin û dem dema serhildanê ye.”
.jpg)
.jpg)
0 Yorumlar