Ticker

10/recent/ticker-posts

Tevî kêm derfetiyan 180 xwendekar hatin perwerdekirin

Hevberdevka Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê Helena Babat diyarkir ku wan di nava sê mehên betlaneya dibistanê de perwerdeya enstrûmanan dane zêdetirî 180 xwendekaran û got: “Tevî kêm derfetiyan jî xwendekarên me heta dawiyê beşdarbûna xwe ji perwerdeyê re kirin. Pêwîste civaka Kurd li çand û nasnameya xwe ya ku ji bo wê ewqas ked, xwîn û xuhdan hatî rijandin xwedî derbikevin.”

Xurbet Tallî


Dewreya perwerdeya enstrumanan a ku beriya sê mehan li Navenda Çand û Hunerê û Stêra Zêrîn hatibû destpêkirin, di 5’ê Îlonê de bi şahiyekê dawî bibû. Têkildarî kar û xebatên di nava sê mehan de hatine kirin, Mamoste Helena Babat ku di heman demê de Hevberdevka Navenda Çand û Hunerê ye, ji ajansa me Rojnews re axivî.

‘Ne tenê di aliyê kesî de ye’

Helena Babat da xuyakirin ku dema dibistan dikevin betlaneya havînê, ew li saziyên xwe yên wek Navenda Stêra Zêrîn û Akademiya Şehîd Serhed perwerdeyên enstrumanan didin û wiha got: “Em di van perwerdeyan de ne tenê wan fêrî enstrumanan dikin, di heman demê de em wan fêrî çanda resen a Kurdewarî ya ku dayîk, bav û kalên me di şertên herî zehmet de heta îro anîn û parastîn dikin. Armanca me ewe ku em jî li ked û berpirsyartiya ku wan dabûn ser milê xwe xwedî derbikevin û bi heman berpirsyartiyê zarokan perwerde bikin. Beriya ku em akademî vekin, dewreyên ku me li Stêra Zêrîn dayîn destpêkirin hebûn, li wêderê xwendevanên me gihiştin astekê. Piştî wê di 1’ê Hezîrana 2024’an de me akademiya xwe vekir. Xwendevanên me yên ku li Stêra Zêrîn perwerdeya xwe qedandine, derbazî akademiyê bûn û bi awayekî profesyonel perwerde dîtin. Yên ku destpêkê beşdarbûna xwe ji akademiya me re çêkirîn zarok bûn, lê êdî bi demê re ciwan jî beşdar bûn. Ev jî dide diyarkirin ku ew perwerdeyên em didin ne tenê di aliyê kesî de ye, ji bo parastina çanda Kurde. Di vê dewreyê de zêdeyî 180 xwendevanan beşdarbûna xwe hem ji bo akademî û hem jî ji bo Stêra Zêrîn çêkirin. Dema em meyze dikin, dibînîn şert û mercên ku em tê re derbazbûyîn ne ewqas hêsan bû. Ji ber ku di aliyê avhewayê de, di aliyê şert û mercên wargehê de ku di gelek aliyan de bê derfetiya ku em jiyan dikin berbi çave. Em dikarin bêjin li rûxmê ewqas bê derfetiyan jî perwerdekirina ewqas xwendevanan ji bo me serkeftineke.”

‘Armanc ne tenê fêrbûna enstrumanane’

Babat wiha behsa zehmetiyên ku di wan sê mehên perwerdeyê de kişandine dike: “Li wargehê germahiyek zêde ya ku mirov nakare îdare bike heye. Gelek caran tiştên ku ji bo me pêwîst, ji enstrumanan bigire heta kelepçeyên ku ji bo eyarkirina dengê tembûrê tiştek nebûn. Li rûxmê van bêderfetiyan jî xwendevanên me heta dawiyê beşdarbûna xwe ji perwerdeyê re çêkirin. Em dikarin bêjin eger em wek civak, wek kesên ku perweredeyê didin bixwazin civakê li ser lingan bigirin, bêyî ku hêcetekî girêdayî kes bigire dest, em dikarin di civakê de gavekî mezintir bavêjin. Wek Stêra Zêrîn me di aliyê cih de jî gelek zehmetî dît. Ji ber ku xwendevanên me gelek bûn, me ji bo amadekirina mezûnyeta xwendevanan, cih nedît ku em têde pirova bikin. Li rûxmê hemû zehemtiyan jî, dema perwerde diqede, ew wêne û dîmenê ku derdikeve pêş û mirov keda xwe dibîne, hemû westiyan, zehmetî û nexweşiyên ku hatî jiyankirin ji bîr dike. Di mezûnyetê de jî diyar bû ku me ne tenê di aliyê enstrumanan de girtiye dest, aliyê wî yê deng û mûzîkê jî hebûn. Armanca me di vêderê de çêkirina ahenga di nava enstrumanan û mûzîkê de ye. Wek akademî û Stêra Zêrîn me di van sê mehan de hem ji aliyê mamosteyan û hem jî ji aliyê kesên ji derve de, me perwerdeyên îdeolojî jî dane. Bi taybet di aliyê xwe naskirinê de ku em bikaribin li xwendevanan bidin fêrkirin ku armanc ne tenê fêkirin yan jî fêrbûna wan ya di aliyê enstrumanan de ye.”

Helena Babat di dawiya axaftinên xwe de bang li tevahî civakan bi taybet civaka Kurd kir ku li çand û nasnameya xwe ya ku ji bo wê ewqas ked, xwîn û xuhdan hatî rijandin xwedî derbikevin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar