Ticker

10/recent/ticker-posts

Xelkê Mexmûrê: Dijmin ji sekna me ditirsin!

 Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê êrişên dewleta Tirk ya dagirker ku li ser wan pêktên şermezar kirin û gotin: “Dijmin ji sekna me ditirse, ji ber wê hertiştî dike aramanc. Wisa dizanin ku wê bi van êrişan tirsandin û valatiyê çêbikin, lê berovajî gelê wargehê bi hêrstir dibe, gelê ku li vêderê jiyan dike tenê daxwaza mafên xwe dike. Bila dijmin bizanibin bi tirsandinên wisa nikarin li gelê wargehê gav paşde bide avêtin û emê heta azadiya xwe têbikoşin.”


Di nava vê hefteyên de Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) ku hezar û 600 malbatên penaberên Bakurê Kurdistanê tê de jiyan dikin, bû armanca êrişên dewleta Tirk ya dagirker. Xelkê Wargehê li hemberî van êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ya dagirker, bertekên xwe nîşandan û bang li gelê Kurd kirin ku divê li hemberî êrişên li ser wan pêktên dakevin qadan.

‘Cîhan giştî dizanin em penaberên siyasî ne’

Dayîka bi navê Besê Budak diyar kir ku her roj zarokên wan ji ber dengê teqîna balafirên dewleta Tirk şiyar dibin û wiha pêde çû: “Beriya hefteyekê mala dayîkên Aştiyê bû armanca êrişan û niha jî rezê malbatekê wargehê hat armanc kirin. SÎHA ya dewleta Tirk bê ku gûmanan çêbike, bê tirs li ser axa Iraqê digere. Hêza Iraqê ji nedîtî ve tê û tê li nava penaberên di bin sêwan wan de dide. Cîhan giştî dizanin em penaberên siyasî ne. Ma çi gunehê me heye ku balafirên dewleta Tirk axa Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê binpê dike tê li nav zarok û gelê me dixe? Em van êrişan rûreş û şermezar dikin. Şandeya wan şev û roj di nava me de diger, çi di nava me de dîtine? Em dewlet Tirk, Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar dikin. Hemû hevalbendê hevin û ji bo yek armancê kar dikin.”

Besê Budak di dawiya gotinên xwe de bang li tevahî gelê Kurd kir ku li hemberî van êrişan rabin ser xwe û wiha got: “Em bang li tevahî gelê Kurd û bi taybet gelê Botanê dikin ku li dijî êrişên li ser wargeha me pêktên, dakevin qadan. Ma heta kengê emê bêdeng bin? Li kîjan deverê cîhanê hatiye dîtin ku bi balafiran êrişî penaberan hatiye kirin. Li ber çavên Iraqê me qetildikin, Iraq jî hevkariya wan dikin.”

Li ti deverên cîhanê êrişî wargehên penaberan nayên kirin

Jina bi navê Basîme Sipêrtî di destpêka axaftinên xwe de balkişand li ser êrişên dewleta Tirk ya dagirker ku li ser wargehê tên pêkanîn û wiha got: “Beriya 6 rojan dewleta Tirk êriş mala Dayîkên Aştiyê kiribû û niha jî li rezê malbatekê da. Ger dewleta Iraqê hevakariya van êrişan ne kiriba, dewleta Tirk nedikarî van êrişan pêkbînin. Rûxmê ku şandeya serjimêriya Iraqê di nava wargehê de ye jî, di nava vê hefteyê de dû caran êrişên hewayî li ser wargehê pêkhat. Li ti deverên cîhanê êrişî wargehên penaberan nayên kirin. Her kes çavên xwe ji êrişên li ser me pêktên re digirin. Em bang li tevahî gelê Kurd dikin ku li hemberî van êrişên li ser me rabin ser xwe û dengê xwe bilind bikin. Em wek gelê wargehê bê parastinin, her yek ji aliyekê ve êrişî me dike.”

‘Dijmin ji sekna vêderê ditirse’

Herî dawî Silêman Mijînî jî têkildarî heman êrişê axivî û wiha pehîvî: “Îro serê sibehê saet 10:00’an bîstanê cîranek yê me bû hedefa êrişan. Armanca van bombebaranan ya ku her carê pêktînin bi hêceta ku gerîla têdeye, lê tiştek wisa nîne. Beriya niha çend rojan dîsa li avahiya dayîkan dabû, armanca vêya çiye? Li derdorê me hikûmeta Iraqê parastina wê dike. Li rûxmê ku şandeyên wan tê li vêderê temaşe jî dike, lê weke ku herêmek a Tirkiyê ye ti helwestekî wan nîne. Qaşo Iraq parastinê dike, lê ti bandoriya Iraqê li ser nîne wisa bi rehetî êrişî vêderê dike. Armanc tenê belavkirina vê wargehê ye. Dijmin ji sekna vêderê ditirse, ji ber wê hertiştî dike aramanc. Wisa dizanin ku wê bi van êrişan tirsandin û valatiyê çêbikin, lê berovajî gelê wargehê bi hêrstir dibe, gelê ku li vêderê jiyan dike tenê daxwaza mafên xwe dike. Bila dijmin bizanibin bi tirsandinên wisa nikarin li gelê wargehê gav paşde bide avêtin û emê heta azadiya xwe têbikoşin. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku li erka xwe xwedî derbikeve, her wiha banga me ji bo tevahî gelê Kurd jî ewe ku li her derê bibin xwedî helwest.”


Yorum Gönder

0 Yorumlar