Ticker

10/recent/ticker-posts

Gelo dewleta Tirk bi êrişên ser Mexmûrê rê li Neteweyên Yekbûyî digire?

Bi hatina şandeya Neteweyên Yekbûyî û Iraqê ya nav wargeha penaberan ya Mexmûrê re, dewleta Tirk êrişên xwe yên hewayî yên li ser Mexmûrê zêdetir kir. Bi van êrişan ev pirsyar derdikeve holê, gelo dewleta Tirk bi êrişan dixwaze rê li Neteweyên Yekbûyî bigire?

Dewleta Tirk a dagirker 30 salin bi hemû şêwaz û rêbazan êrişî xelkê wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dike. Xelkê Mexmûr ku ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk koçber bûn, hîn jî ji êriş û bombebaranên dewleta Tirk xilas nebûye.

Êriş 30 salin bi hemû rê û rêbazan dewam dikin, lê dewleta Tirk ji sala 2019’an ve dijî wargehê dest bi êrişên hewayî kiriye. Di nava 5 salan de bû cara 14’an ku wargeha Mexmûrê ji aliyê balafirên şer û bê mirov yên dewleta Tirk ve têne bombebaran kirin.

Bi hatina NY re êriş zêde bûn!

Nêzî 20 rojin şandeyek li ser navê Neteweyên Yekbûyî û Iraqê li nav wargeha Mexmûrê bicih bûne, rojane mal bi mal digerin û serjimêriyê dikin.

Tevî Neteweyên Yekbûyî û Iraq niha di nava wargehê deye û dixwazin qeydên penaberan çêbikin, lê dewleta Tirk êrişên xwe didomîne.

Di 10’ê Îlonê de dewleta Tirk bi balafirek bê mirov û biçek, malek li nav wargeha penaberan bombebaran kir. Di wê êrişa hovane de 3 jin birîndar bibûn.

Herî dawî îro jî carek din dewleta Tirk a dagirker êrişê wargehê kir. Dewleta Tirk di derdora saet 10:00’an de baxçeyê malbatek wargehê bombebaran kir. Ji ber ku di wan kêliyan de kesek di nav baxçede nebû, tiştek bi kesê nehat.

Êrişên dewleta Tirk tevî hebûna Neteweyên Yekbûyî û rayedarên Iraqê çêdibin

Li gorî agahiyan tê gotin piştî serjimêriyê wê nûnertiya Neteweyên Yekbûyî carek din vegere nava wargehê û karûbarên xwe yên jibo penaberan dewam bikin.

Lê bi hatina şandeya Neteweyên Yekbûyî û Iraqê re, dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser wargehê zêdetir kir. Bi hatina şandeyê re, heya niha dewleta Tirk 2 caran wargehê bombebaran kiriye.

Herwiha rojane balafirên bê mirov li ser wargehê digerin. Tevî êriş, komkujî û binpêkirinên eşkere jî, heya niha deng ji Hikumeta Iraqê derneketiye.

Livir ev pirsyara derdikeve holê ev; “Gelo dewleta Tirk bi van êrişan, dixwaze rê li bicihbûna Neteweyên Yekbûyî ya di nava wargeha penaberan ya Mexmûrê de bigire?”

Yorum Gönder

0 Yorumlar