Wargeha berxwedanê ne tenê îro, 30 salin di hedefa dewleta Tirk û hevkarên wê deye. Iraq a ku nikare serweriya xwe biparêze, vê carê dixwaze bi têlkirina wargehê mizginiyê bide dewleta Tirk a dagirker ku rojane xaka Iraqê bombebaran dike.
Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li qontara çiyayê Qereçox a di nava sînorên navçeya Mexmûr a girêdayî parêzgeha Musilê de ye. Koçberî di sala 1994’an de destpêkir, koçberî ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker pêkhat, dewleta Tirk di dema xwe de jî dem da xelê Mexmûrê ku dernekevin, wê werin bombebaran kirin. Yanî hemû koçberiya xelkê ji ber wê zilma dewleta Tirk pêkhat.
Jin, zarok 12 hezar kes jiyan dikin
Li wargehê nêzî 12 hezar welatiyên ji Bakurê Kurdistanê hene, şêniyên wargehê piştî rêyek gelek dirêj a tije êriş, zehmetî û êşên jiyanê, li Mexmûrê bicih bûne. Ji sala 1994’an ve bi rêzê li wargehên Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova û Nehdaran mane. Di van wargehan de ji bilî êşên mezin ên jiyanê ku gelek zarok, pîr û jinan jiyana xwe ji dest dan, panaber bi gelek êrişan re jî rû bi rû man. Êriş jî hemû ji aliyê PDK’ê û dewleta Tirk ve pêkhatin. Lê xelkê Mexmûrê ji bo parastina keramet û rûmeta xwe, serî li ber dewleta Tirk û PDK’ê ne tewand.
Ji ber zilm û zordariyê
Xelkê Mexmûr ku ji ber zilm û zordariya PDK’ê û dewleta Tirk her carê warek diguherand, herî dawî li Mexmûrê bicihbûn. Ev rastiyeke, rêveberiya Başûrê Kurdistanê cih neda xelkê wargehê, ji ber wê jî li quntara çiyayê Mexmûrê hate bicihkirin û li şûna Kurdan, Sedam Hisên cih da xelkê Mexmûrê!
Ji wê roja li Mexmûrê bicihbûne heya niha, xelkê Mexmûrê tevî hemû bê derfetiyan ber xwe da. Malên xwe bi kerpîçên axê çêkirin, dibistan, saziyên xwe avakirin û xwe bi xwe rêvebirin. Alîkariya hevkirin û neketin. Tevî gelek ambargo danîn ser xelkê wargehê, lê qet dev ji têkoşîna xwe bernedan.
Xelkê Mexmûrê piraniya jiyana xwe bi karkeriyê derbas dike, heya sala 2014’an de bi sedan karkerên Mexmûrê li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê ji bo debara jiyana xwe kar dikirin. Xwendevan li zanîngehên herêmê dixwendin.
Bi rabûna çeteyên DAIŞ’ê re, rê li xelkê Mexmûrê jî hate girtin. Xelkê Mexmûrê ku di sala 2014’an de xwe ji bo Herêma Kurdistan taybet jî Hewlêrê kir mertal, bûye hedefa PDK’ê.
PDK’ê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de ambargo danî ser wargehê û rê neda ku tu kes ji wargehê biçe Hewlêrê. Ji ber rêgiriyê, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nekarîn biçin Hewlêrê.
Piştî ambargoyê bi hevkariya PDK’ê êrişên ser Mexmûrê destpê kirin. Ji wê rojê bi dehan car dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û bê mirov, wargeha Mexmûrê bombebaran kirine. Di encama êrişan de, heya niha gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Bi têlkirinê dixwazin wargehê vale bikin
Vê carê tevî êrişan xwestin, wargehê têl bikin û nehêlin kes ji wargehê derkeve. Di 27’ê Kanuna 2021’an de Hêzên Iraqê ji nişka ve serê siharê xwestin bikevin wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Hêzên Iraqê xwestin derdora hemû wargehê têl bikin û bixin dorpêçê. Lê xelkê Mexmûrê hemberî vê rawestiya û nehêlan Iraq derdora wargehê têl bike.
Piştî wê jî dewleta Tirk carek din wargehê kir hedef û êrişên hewayî pêkanî. Çi dema dewleta Tirk êrişî wargehê dike, Iraq ji xelkê wargehê re dibêje, ‘Ger em derdora we têl nekin û nekevin nava wargehê, wê êriş dewam bikin’. Bê guman ev daxwaza Tiriyeyê ye û Tirkiye bivê zextê dixwaze wargehê vale bike.
Şertê Tirkiyeyê: Berdana avê û valekirina wargehê
Hewldanên dewleta Tirk yên ji bo valekirina wargehê ne tenê îrone, 30 salin dixwaze vî gelî belav bike. Lê ji ber ku dewleta Tirk li hemberî gerîlayên azadiyê nikare bi pêş de biçe, berê xwe daye sivîlan. Iraqa ku nikare serweriya xwe jî biparêze, tenê dijî zextên Tirkiyeyê dikare belaya xwe li sivîlan bide.
Bi salane ji ber ku dewleta Tirk para avê ya Iraqê bernade, li Iraqê hişkesalî çêbûye û ev rêje her roja diçe zêde dibe. Iraq ku di qeyranek siyasî deye, nikare di warê aborî û bazirganiyê de bersiva Tirkiyeyê bide. Vê carê Tirkiye zextê li Iraqê dike da ku wargeha Mexmûrê belav bike. Yek ji şertên av berdanê belavkirina wargeha Mexmûrê ye. Niha dewleta Tirk avê weke çekek dijî Iraqê bikartîne. Bê guman ne tenê Mexmûr, niha Şengal jî di hedefê deye.
Vê carê Iraq ji ber zextên Tirkiyeyê, bi israre ku derdora wargehê têl bike. Dema em dibêjin, Iraq em nikarin bêjin hemû Iraq. Ji ber ên ku dijî vê hewldanê derdikevin jî hene, lê dengê xwe dernaxin. Ji xwe deng ji Neteweyên Yekbûyî dernakeve, wargeh dibin banê Neteweyên Yekbûyî deye û penaberên siyasîne.
Beriya niha jî Iraqê hewl da wargehê têl bike, lê bi serneketibû. Vê carê bi israre. Duh danê siharê bi hêzek mezin xwest bikeve wargehê û derdora wê têl bike. Polîs, leşker, hêzên taybet, istixbarat, tevî çek, kepçe û cebilxane hatine. Duh gelek caran hewl dan, lê li hemberî berxwedana xelkê wargehê hatin. Leşkerên Iraqê bi guleyan bersiv dan daxwazên gel. Gule bi ser xelê de reşandin, di encamê de ciwanek birîndar bû. Gelek guleyên leşkeran bi malên di nava wargehê de ketine.
Ji bo Erdogan mizgînî!
Divê demê de ji bo çi Iraq dixwaze wargeha Mexmûrê dorpêç bike. Bê guman bi salane Mexmûr di hedefê deye, lê vê carê Iraq dixwaze di dema hilbijartinên serokkomariyê de ku tê payîn di 28’ê Gulanê de pêkwerin, mizginiyê bide Erdogan. Dema Mexmûr hat têlkirin wê Erdogan serkeftina xwe ji gelên Tirkiyeyê re ragihîne. Wê bi serkeftina xwe dengên faşîstan kom bike. Lê heya niha berxwedana xelkê Mexmûrê nehiştiye dilê Erdogan bi vê yekê kêfxweş bibe. Têkoşîn, berxwedan û sekna bi rûmet ya xelkê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê dewam dike.
0 Yorumlar