Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê şehîdên Cûdî hatin bîranîn

Li Wargeha Mexmûrê 6 pakrewanên azadiyê ku li çiyayê Cûdî di encama êrişên dewleta faşîst a Tirk de şehîd bibûn hatin bîranîn. Lî ser navê malbatên şehîd Amara Rûbar û Şehîd Rûken Gabar axaftin hatin kirin û hat gotin; “Bila dagirker û xayîn bizanibin em bi şahadetê xemgîn nabin, em gav paşde na avêjin. Berovajî wê emê li hemberî dagirkeran liberxwe bidin heta ku em tola xwe nehildin em nasekinin.”


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê 6 pakrewanên azadiyê ku li çiyayê Cûdî di encama êrişên dewleta faşîst a Tirk de şehîd bibûn bi merasimekê hatin bîranîn. Di kesayeya her şeş pakrewanan de ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê qeyek rêz hat girtin. piştî rêzgirtinê sicîla şehîd Amara Rûbar û Şehîd Rûken Gabar hat xwendin, her wiha li ser navê gelê wargehê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Pakîstan Bîlen axivî û da zanîn ku pêwîste gelê wargeha Mexmûr bi sekin û vîna xwe xwedî li şehîdên xwe derbikevin.

Pakîstan Bîlen di axaftina xwe de şehîd Amara Rûbar, Şehîd Rûken Gabar û her çar hevalên wan bi bîr anî û wiha peyîvî: “Li her cihê ku Kurd lê jiyan dikin girtin, kuştin û hemû cûrên êrişên hovane yên dijmin li ser gel tê pêkanîn. Bê gûman li beranberî vê jî wekî gelê Kurd berxwedanekî bêhempa tê meşandin. Divê em bizanibin ku ya bingehîn ev sedsala 21’an ya ku em dibêjin sedsala gelê Kurd e. Em wek gelê Kurd di wê ferqê de ne ku dewleta Tirk û dewletên hegemon dixwazin vê sedsalê carek din vegerînin sedsalên derbazbûyî. Ji ber wê ev tecrîda ku niha li ser Rêbertiya me tê meşandin giran dikin, her wiha li serê çiyayên Kurdistanê jî li hemberî hemû cûre teknîka heyî bombebaran ku li ser wan tê kirin sedemê xwe yê esas ji viyaye. Îro em dibînin li her cihekî di aliyê fîzîkî, çand, siyasî û bi her awayî êriş li ser gelê me tê meşandin û gelê me bi qirkirinan re rû bi rû dimînin.”

Her wiha li ser navê malbata Şehîd Rûken Gabar, Beşîr Gûngen axivî û diyar kir ku şehîd Rûken ne şehîda malbatê tenê ye, ya tevahî gelê Kurde û got: “Şehîd Rûken xwişka we tevane serê hevalên wê, gelê Kurd û tevahî gelê amade saxbe.”

Ehemd Kapar ku bavê Şehîd Amara Rûbar e, axivî û da zanîn ku ew bi şehîdên xwe serbilindin û wiha pêde çû: “Em ne îro nû şahadetan dibînin ku em pê xemgîn bibin, ji destpêkê heta roja me ya îro dîroka me dagirtiye ji şehîdan, em weke malbat ev 35 salin em di nava vê tekoşînê de ne, me zarokên xwe perwerdekirin ji bo vê tekoşînê, zarokên me bi me bûn Kurd çawa ku zarokên me gotinên me pêkanînîn emê jî heta dawiyê gotinên zarokên xwe pêkbînin. Bila dagirker û xayîn bizanibin em bi şahadetê xemgîn nabin, em gav paşde na avêjin berovajî wê emê li hemberî dagirkeran liberxwe bidin heta ku em tola xwe nehildin em nasekinin.”

Her wiha dayîka Şehîd Amara, Teybet Kapar jî bi van gotinan girêdanbûna xwe ya bi şehîdan û Rêber Ocalan re anî ziman: “Divê em ala ku şehîdan ya di nîvî de hîştîn bilind bikin, heta dawiyê emê li ser xeta şehîdan bin, li ser fikir û felsefeya Rêbertî bimeşin. Li kuderê dibe bila bibe dijmin her tim dijmine ji bo wê jî divê em li Serokatî û Şehîdên xwe xwedî derbikevin, dûbare hûn hemû bixêr hatin.”

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawîbû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar