Ticker

10/recent/ticker-posts

ELÎYÊ TEREMAXÎ

Eliyê Teremaxî di sala 1591’an li Teremax, Miks (Herêma Hekariyê ji dayîk bûye û di sala 1653’an de li Teremax, Miksê wefat dike. Eliyê Termaxî alimê Îslamê û zimannasê Kurd bû. Ew bi navê gundê xwe hatiye naskirin. Teremaxî yekemîn rêzimannivîs û pexşannivîsê Kurd e.

Teremaxî ji gundê Teremaxê ye ku ev gund di navbera bajarê Hekarî û navçeya Miksê de ye. Cihê ji dayikbûn û mirina wî ev gund e. Di hinek berheman de wekî “Termûkî”, “Termûxî” û “Termakî” jî derbas dibe. Teremaxî piştî ku xwendina xwe ya medreseyê li deverên mîna Mûsil, Besra, Bexda û zanîngeha Elezherê ya Misirê tamam kiriye, vegeriyaye gundê xwe û li wê derê ji bo dersdana feqiyan mizgeft û medrese ava kirine.

Di dema Eliyê Termexî de feqî û şagirtên kurdan di medreseyan de destûra zimanê erebî ji pirtûkên ku bi erebî hatine nivîsandin hîn dibûn. Lê Teremaxî bi armanca ku hînbûna destûra zimanê erebî ji bo feqiyên Kurd yên ku hîn nû dest bi xwendinê dikin hêsantir bike, di sala 1000’ê koçî de, ku beramberî bi 1591-1592’ê zayinî dike, bi kurmancî pirtûkek bi navê “Destûra Zimanê Erebî Bi Kurdî li gel hinek nimûneyên Farisî û Kurdî” nivîsandiye. Ev zimannasê Kurd di vê pirtûka xwe de gava di hinek babetan de li ser rêçikên rêzimana erebî sekiniye, wekî muqayese rêçikên rêzimanê Farisî û Kurdî yên di wan babetan de jî diyar kiriye.

Dîroknasê Kurd ê navdar Mele Mehmûdê Bazîdî di sala 1274’ê koçî de, ku beramberî bi 1857-1858’ê zayinî dike, pêşgotinek li ser vê pirtûkê nivîsandiye û pirtûk wekî destnivîsek teslîmî Qonsolosê Rûsî yê bajarê Erziromê Aleksander Jaba kiriye. Marif Xeznedar ev destnivîsa ku li Lenîngiradê di Pirtûkxaneya Amojgeha Rojhilatnasî ya girêdayê bi Akademiya Zanistî ya Sovyetê de bi hejmara C1958 hatibû qeydkirin, di sala 1971’ê de bidestxistiye û di heman salê de bi navê “Destûra Zimanê Erebî Bi Kurdî: Eliyê Teremaxî” li Bexdadê daye çapkirin.

Reşîd Findî, rêçikên ku Elî Teremaxî di vê pirtûkê de derbarê rêzimana Kurdî aniye ziman, di pirtûka xwe ya bi navê “Eliyê Teremaxî Yekemîn Rêzimannivîs û Pexşannivîsê Kurd e” (Bexda, 1985) de kom kirine û bê ku dest bide orijînala wan, bi alfabeya Kurdî ya Başûr bi tîpên erebî nivîsandiye. Findî di vê pirtûka xwe de çaxa ku ji navê wê jî tê fêmkirin- pêşniyaz dike ku Teremaxî wekî yekemîn rêzimannivîsê Kurd bê damezrandin.

Elî Teremaxî di diyarkirina dîtinên xwe yên li ser rêçikên rêzimana Kurdî de term û bêjeyên wê demê bi kar anîne ku ev term û bêje hemû bi giranî erebî ne. Çawa ku me got, Reşîd Findî jî dest nedaye tekstên Teremaxî û wan bi şiklê xwe yên orijînal tomar kirine. Lê kesê ku têra xwe di ziman û rêzimanê erebî de pispor nebe, mimkûn nîn e ku ji van gotin û term û bêjeyan fêm bike. Ji ber vî, me xwest ku em hem orijînala wan bi tîpên latînî binivîsînin hem jî wan wergerînin kurdiya nûjen.

Pirtûka wî ya herî dawî ji aliyê Zeynelabidîn Zinar ve ji alfabeya erebî hatiye tipguhaztin ê ji aliyê PENCÎNAR Weşanxaneya Çanda Kurdî ve li Swêdê hatiye çapkirin.

BERHEMÊN WÎ

Serfa Kurmancî( navê pirtuka wî ye)

Ji bilî Serfa Kurmancî bi navê

. Qewlê Yekane,

. Moriya Yaqut,

. Kurêd Wetan (Welad)

. Jiyîna Heqîqet û Xewn

Yorum Gönder

0 Yorumlar