Gelê
mazlum ku dilê wan bi agirê azadiyê lêdide, ji bo doza welat, ax, ziman û çanda
xwe gelek bedel dane. Tim hatine talankirin, qetilkirin, sirgûn kirin û penaber
bûne. Ciwan û qîzên geleke wiha berxwedêr û ji bo azadiyê tim têkoşiyane. Singa
xwe kirine mertal û li ber dijmin rawestiyane. Bûne tîr û rim li kezeb û mejiyê
dijmin ketine. Bi hezaran keç û xortên li ser axa xwe penaber bûne, ji bo
kêliyekê hesta welat a beden û ruhê wan dişewitîne bijî, ji bo azadî û
serfiraziyê berê xwe dane çiya û di çeperan de li dijê leşkerê romê şer kirine.
Di
dîroka têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd de yek ji van Wargeha Penaberan a Mexmûrê
ye. Xelkê Botanê ku bi mêrxwazî, egîdiya xort û keçên xwe tê zanîn, ji ber vê
zilmê serî netewandin bû yek ji gelê herî salên dirêj penaber û bi hesreta
welat dilê wan tim arî û şewitî. Bi taybet di vê pêvajoya dûr û dirêj de, bi
sedan zarokên li penaberiyê mezin bûn, ji bo tol û heyfa vê zilmê rake berê xwe
dan warên azad ku bi çîrokên tirajî-dramî wê şevên dirêj ên sir û seqemê ji bo
wan weke melodî lêhatibûn.
Mexmûr
bi têkoşîn û egîdiya zarokên xwe yên di her şertên giran de li ber xwe dan, bi
hezaran mînakên lehengiyê ku bibin dîrok, bibin naverokên pirtûk, sînema, roman
û şanoyên şevên dirêj. Ji bo wê ye ku divê teqez ev zarok bên nivîsîn û ji
aliyê her kesê ve bê nasîn. Bikeve mala her kesê û ji bo her kesê bibe îlhama
jiyan û têkoşînê. Belê vê carê emê besa jina têkoşer rê heval Silav bikin
Xurbet
Gokalp bi nasnav Silav di sala 1985’an de li gundê Nerexê di nav malbatek welat
parêz de çavê xwe li cîhanê vedike. Di neh saliya xwe de bi malbata xwe re ji
ber êrişên dijmin dibe zarokek penaber. Malbat di vê rêya dûr û dirêş de dest
ji têkoşîna xwe bernade. Li Nînova li gorî bê derfetiyan jî dest bi dibistanê
dike. Piştre ji Nînova derbazî Maxmûr dibin li wir dibistana xwe berdewam dike.
Rê heval Silav di jiyana xwe de
ango di kesayeta xwe de her tim bi dilnizmî nêz dibû û ticar dilê kesî nahêle.
Belê Rê heval Silav di nav şert û
mercên penabertiyê de mezin dibe, lê ticar penaberiya ji ber êrişa dujmin
napejrîne. Ber wê jî dibêje; ‘em heta ku ji
ber dijmin penaber bin û bi êrişên dijmin re ru bi ru bibinin. Divê em jî li
beranberê van neheqiyan têkoşîn bidin û axa xwe biparêzin.’ Bi hêviyek mezin
van gotinan bi lêv dike; ‘ji bo doza xwe ezê beştarî gerîla bibim.’ Belê rê
heval Silav diviyaba jiyanê fêrbibûya û bida fêrkirin. Fêrkirin bîrbûyînek mezin
pêwîst dikir. Di fîkrê wê de pirsên ku pergalan dihejîne dengvedida.
Serhildêriya dîroka penaberiya xwe her ku fêrdibû wateyeke hîn bêtir didayê.
Penebertiya ku lê dijiya, heskirina ax û çiyayan di şaneyên xwe de çandibû.
Viya pir baş dizanîbû ku divê têkoşîna xwe li çiyayên azad bilintir bike û
heyfa êşa dilên dayîkan hilîne û bibe hêviyên zarokên penaber. Li ser vî
bingehî di sala 1999’an de berê xwe dide çiyayê azad û dikeve ser şopên Berîtan
û Zîlanan. Wek her jinek têkoşer xwe di çiyayê azade li ser bîrdoziya jin a ku Rêbertî
destnîşankiriye pêşdixe. Bi fedekarî û bi cesaret tev digere û dibe evînek di
nav dilê her hevalekî xwe de. Bi xayalê ku wê rojek biçe welatê xwe bi bîr û
baweriya xwe ya bê hempa ser dijminê xwe de diçe û heyfa penabertiya salan
radike. Dibe fermandar û parêzvana ax û welatê xwe. Di 30.05.2011’an de li
Gabar ê dema diçin çalekiyê dikin, di vegerê
de bi 9 hevalên xwe re di topbarana teyareyan de digije karwanên nemiran.
%20(B%C3%BCy%C3%BCk).jpg)
0 Yorumlar