Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) ragihand artêşa Tirk ji baregeha xwe ya li Xatîrê bi topan komkujiya gundê Perex pêkanî. Her wiha got, ji Tebaxa 2015’an ta niha 138 welatiyên sivîl ji ber êrişên dewleta Tirk li ser xaka Herêma Kurdistanê şehîd bûne.
CPT’yê derbarê komkujiya dewleta Tirk a li gundê Perex a Zaxoyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin, artêşa Tirk ji baregeha xwe ya leşkerî ya Xatîrê ya li navçeya Zaxoyê çar caran devera geştiyarî ya gundê Perexê topbaran kiriye.
Di dewamê de tê gotin bi dirêjahiya dîroka operasyon û bombebaranên Tirkiye yên li ser Herêma Kurdistanê herî zêde di êrişa îro de welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Di dirêjiya daxuyaniyê de tê diyarkirin li gor zanyariyên wan ji şahidên bûyerê û nexweşxaneya beşa lezgîn a Zaxoyê girtine, di encama êrişa dewleta Tirk de 9 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 23 sivîl jî birîndar bûne.
CPT di daxuyaniya xwe de dibêje, li gor zanyariyên wan tevayî qurbaniyên komkujiyê geştiyarên ji netewa Erebin û xelkê parêzgehên başûr û naverasta Iraqê ne. Di nava qurbaniyan de zarokên biçûk hene, her wiha di nava qurbaniyan de kesek temenê wî 71 salî jî heye.
CPT di beşek din a daxuyaniya xwe de dibêje: “Ev ne cara yekeme li gundê Perex di bombebarana Tirkiyeyê de sivîl dibin qurbanî. Roja 15’ê Hezîrana 2022’an jî du cotyarên gundê Perex dema li nava zeviyên xwe de bûn, ji ber topbarana Tirkiyeyê birîndar bibûn.”
Di dawiyê de jî CPT diyar kir; “Ji Tebaxa 2015’an ta niha 138 welatiyên sivîl di êrişên Tirkiye yên li ser xaka Herêma Kurdistana Iraqê de şehîd bûne. Em bang li artêşa Tirk dikin êdî welatiyên sivîl hedef negirin. Her wiha divê hikûmeta Iraq û Herêmê parastinê li serweriya xaka Iraqê welatiyên sivîl bike.”
0 Yorumlar