Ji bo mirov bikare xwe ji sîstema desthilatdar biparêze pêwîste mirov sîstema desthilatdar baş nasbike, ji bo mirov bikare li hember vê sîstema desthilatdar têbikoşe, pêwîste mirov xwe û hêza xwe jî baş bizane. Civak û jin xwedî hêzek bê dawî ne ku kariye xwe li hember van lîstokên xapînok yên sîstema desthilatdar bi hezarî salan biparêze. Di roja me ya îro de jî em xwediyê wê hêzêne ku bikaribin xwe li hember amûrên şerê taybet yên sîstema desthilatdar yên bi rêya dijîtalê li ser me tên meşandin biparêzin.
Înternet di salên 1950’an de derketiye,
armanca derxistina înternetê despêkê ji bo leşkerî bê bikaranîn derdikeve. Dema
di navbera DYE û Sovyetê de şerê sar tê meşandin, DYE ji bo xweparastina ji
şerek nukleerî ya ku ji aliyê Sovyetê ve bê pêkanîne. Piştre înternek tenê ji
aliyê kesên girêdayî dewletan û akademîsyenan ve tê bikaranîn. Lê di roja em ya
îro de em dibînin êdî înternet ji aliyê her kesê ve tê bikaranîn û heta mirov
dikare bêje bûye parçeyekî ji jiyana me ya rojane. Ev amûra despêkê ji bo şer hatî
pêşxistin, niha di her qadên jiyanê de tê bikaranîn. Heta bi dehan şêwazên
bikaranîna înternetê derketine holê. Bê gûman amûrek ku evqasî li her derê
belav bûye û di her qadê de tê bikaranin, hem ji bo mirovan bi sûde hem jî
zerere.
Aliyên
medyaya dijîtal yên erênî:
Ji dema ku
mirov medya dijîtal bikartînin ve pêşxistina têkiliyan bi hêsanitir bûye. Gelek
caran em dikarin ji bo pêşxşistina xebatên xwe yên aborî, perwerdê, tenduristî,
çandî û hwd bikarbînin. Xala herî girîng jî em dikarin di demek herî kurt de
hemû pêşveçûn û bûyerên di cîhanê de diqewimin bizanin û bibin xwedî agahî. Her
waha em dikarin dengê xwe, daxwazên xwe bi hêsanî bigihînin raya giştî ya cîhanî.
Ger gotin di cih de be mirov dikare bêje cîhan bûye wek gundekî biçûk. Bê gûman
ev rewşên erênî çiqasî ji bo civakê sûdmendin, ewqasî ji bo jinan jî bi sûdin.
Ji ber ku her tim sîstema desthilatdar hewil daye dengê jinê qut bike û jinê
bike wek zindiyek kor, lal û ker. Lê di roja me ya îro de em dikarin bi rêya
înternetê gelek tiştan bibînin, bibihîsin û dengê xwe bigihînin her çar aliyên
cîhanê. Nimûneya herî ber bi çav bi rêya platformên medya dijîtal dirûşmeya têkoşîna
gelê Kurd û bi taybet jî ya jina Kurd bi “Jin Jiyan Azadî” giha çar aliyên cîhanê
û êdî ev dirûşme têkoşîna jinên Kurd ya li hemberî sîstema desthilatdar ya
hezarî salan li çar aliyên cîhanê belav bûye.
Wek min
dayî diyarkirin çiqas aliyên erênî yên medya dijîtal hene, ewqas aliyên nerênî
jî hene. Heta mirov dikare bêje di roja me ya îro de aliyên wê yên nerênî
zêdertir bûne ji yên erênî. Ji ber ku wek her tişta hatî afirandin sîstema
desthilatdar ev qad jî heta astekê xistiye destê xwe û bi rêya medya dijîtal
şerê xwe yê li hember civak û jinê dide meşandin. Bi taybet bi rêya medya
dijîtal şerê taybet di asta herî jor de dide meşandin. Sîstema desthilatdar bi
taybet li ser medya dijîtal êrişên mezin li ser jin û ciwanan dide pêkanîn. Di
her platformek yê medya dijîtal de bi rêbazên cuda siyaseta xwe ya qirêj û êrişkar
dide meşandin.
Bi rêya
medya dijîtal hewil dide nirxên civakê yên bingehîn yên wek exlaqê civakî vala
bike. Kesên medya dijîtal bikartînin agahiyên wan digirin dest û bi vê rêyê
gefan li kesan dixwin û hewil didin kesan têxin bin bandora polîtîkayên xwe yên
qirêj. Bi taybet hewil didin bi rêya medya dijîtal jinê bê rûmet bikin, bitirsînin,
ji civakê dûrbixin, bê bawer bikin, bi navê xeyal xeyalên pûç û vala di wan de
bidin çêkirin.
Ji bo em
bikarin nebin amûrek yê şerê taybet yê sîstema desthilatdar pêwîste em sîstema
desthilatdar baş nasbikin hemû lîstokên wê yên qirêj bizanin ku em bikarin li
hember wê xwe biparêzin. Em rê dedin ku bikaranîna medya dijîtal bibe sedem ku
em ji qada jiyana civakî qut bibin, berovajî em medya dijîtal bêxin dibin
xizmet û berjewendiyên civakê de, wê demê emê bikaribin hem xwe hem jî civaka
xwe ji lîstokên şerê taybet yên bi rêya medya dijîtal tên meşandin biparêzin.
Cihê ku em
bikarin lê azad jiyan bikin di nava civakê de ye. Cihê em bikarin lê xeyalên
azad bi afirînin hebûna me ya civakî ye. Ji ber ku kes bi tenê ne dikare jiyan
bike ne jî xwe biparêze, kesayet bi civakbûnê dikare hebûna xwe qezenç bike.
Leyla
Arzu Îlhan
0 Yorumlar