Ticker

10/recent/ticker-posts

Şehîd Sorxwîn û Arîn li Mexmûrê hatin bi bîr anîn

Şehîdên YPJ’ê Sorxwîn Celal û Arîn Kobanê ku di 3’ê Nîsanê de li Kobanê gihiştin şahadetê, li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi merasîmekî hatin bi bîr anîn. Di bîranînê de soza şopandina xeyalên şehîdan hat dayîn.


Fermandara YPJ’ê Sorxwîn Celal (Vahide Atalay) û Arîn Kobanê ku di 3’ê Nîsanê de li Kobanê di encama êrişek ya hewayî de gihiştin şahadetê, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekî hatin bi bîr anîn.

Merasîm li Komîteya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna gelê wargehê û bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.

Piştî rêzgirtinê Hevberdeka Komîteya Malbatên Şehîdan Sarya Marînos axivî û di serî de sersaxî ji malbata şehîd û tevahî gelê Kurd re xwest û got: “Şehîdên me her kêlî di nava şoreşê de cihê girtine û ti caran negotine em westiyan. Gereke wek gel em xwedî li şehîdên xwe derikevin û bibin layiqê şehîdan. Yek can hebû ew jî ji bo gelê xwe feda kir. Em sersaxiyê ji Rêber Apo û tevahî gelê Kurd re dixwazin.”

Piştî wê li ser navê malbata Şehîd Sorxwîn Zûbeyir Çetîn axivî û wî jî di destpêka axaftinên xwe de sersaxî ji Rêber Apo û tevahî gelê Kurd re xwest û wiha got: “Em li ser navê malbata şehîdê xwe, xêrhatina we tevan dikin. We em nehiştin tenê. We êşa me parvekir. Şehîd, şehîdên Kurdistanê ne. Canek hebû û ew jî di oxira jiyana azad de feda kirin. Divê em wek malbatên şehîdan timî li ser rêya wan bimeşin. Serê Rêber Apo, malbat, şervan û tevahî hêza leşkerî ya Kurd saxbe.”

Herî dawî jî xûşka Şehîd Sorxwîn, Rêzbar Çelê axivî û di serî de xêrhatina gel kir û anî ziman ku şehîd ne şehîdê wan tenê ye, şehîdê tevahî gelê Kurde û sersaxî ji Rêber Apo, şervanên azadiyê û tevahî malbatên welatparêz re xwest.

Merasîm bi diruşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.


Yorum Gönder

0 Yorumlar