Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê ji bo Fermandar Sorxwîn Celal konê sersaxiyê hat vedan

Li Wargeha Mexmûrê ji bo Fermandara YPJ’ê Sorxwîn Celal, konê sersaxiyê hat vedan. Endamên sazî û meclisên wargehê bi girseyî serdana konê sersaxiyê kirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Fermandara YPJ’ê Sorxwîn Celal (Vahide Atalay) ku di 3’yê Nîsanê de li Kobanê di encama êrişek ya hewayî de li gel rêhavala xwe Arîn Kobanê gihiştin şahadetê, konê sersaxiyê hat vedan.

Konê sersaxiyê ji aliyê xelk û endamên sazî û meclisên wargehê ve hat ziyaretkirin. Beriya ku axaftin were kirin deqeyek rêz ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Endama Kordînasyona Meclisa Îştar Fadîle Pîranî axivî û di serî de sersaxî ji Rêber Apo û malbata şehîd re xwest û got: “Zilm û zoriyek mezin li gelê Kurd tê kirin û keç û xortên vî welatî yên wek Hevala Sorxwîn û Ronahiyan li ber xwe didin. Em dibêjin bila serê Rêber Apo û tevahî gelê Kurd û malbata hêja saxbe. Malbata şehîd ji şehadetan ne dure, gelek şehîdên wan hene û malbatek welatparêz e. Em sersaxiyê ji wan re dixwazin.”

Piştî wê li ser navê malbatê jî Zûbeyir Çetîn axivî û xêrhatina gelê amade kir û wiha axivî: “We xema me parve kir. Hun bi xêr hatin, şehîd ne tenê şehîdê me ye. Emê wek malbat heta dawî li pey doza wan bimeşin. Bila serê Rêber Apo, şervanên azadiyê û gelê welatparêz saxbe.”

Herî dawî diruşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’ û ‘Şehîd Namirin hatin berzkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar