Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 263’an de bi koma 53’an biryardariyek xurt berdewam dike.
Merasîma dewrgirtinê li Saziya Ciwanan bi kombûna gel û çalakvanan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 52’an Rojbîn Otun daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate ragihandin: “Ev sê salin dewleta faşîst a Tirk çûyîna Îmraliyê asteng dike. Demek dirêje gelê Kurd li hemberî vê nêzîkatiya dewleta Tirk di nava çalakiyan dene. Di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya Rêber Ocalan de li hemû deverên cîhanê çalakiyên cûr be cûr tên li darxistin. Dewleta Tirk van çalakiyan ji nedîtî ve tê û hemû rêyên çarseriyê digire. Dewletên hegemon jî çavên xwe ji vê helwesta dewleta Tirk re digire. Ji bo rawestana şerê heyî pêwîste di zûtirîn dem de hevdîtin bi Rêber Apo re were kirin û çarserî were welatê me. Bila dijmin bizanibe heya em Rêbertiya xwe fîzîkî azad nekin sekin ji me re tine ye.”
Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Ciwan fedayî Rêber Apo ne’ bi dawî bû.
0 Yorumlar