Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên ku bi pêşengiya YJA Starê de bi karanîna taktîkên gerîla yên serdema nû hatine lidarxistin de; 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek û 2 mobese jî hatin rûxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî çalakiyên
gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyanî d.
Di daxuyaniya HPG’ê de wiha tê gotin:“Artêşa Tirk a dagirker
ku tevî hemû derfetên xwe yên teknîkî jî nikare pêş de biçe, li hemberî
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku bi îradeyeke mezin şer dikin, derbeyên giran
dixwe. Di çalakiyên ku hêzên me bi performansa bilind, ruhê fedayî yê Apoyî û
taktîkên gerîla yên serdema nû pêk anîne de; 9 dagirker hatin cezakirin, 1
çeper û 2 pergalên kamerayên mobesse hatin rûxandin. Li aliyê din artêşa Tirk a
dagirker; 29 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî, 10 caran
bi balafirên şer, 8 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi tank,
çekên giran, obus û hawanan Qadên Berxwedanê bombe kiriye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarê çalakî û
êrîşan ev agahî dan:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma
Zapê;
19’ê Tebaxê saet 12:00’an hêzên me yên YJA Starê ve bi
taktîkên sabotajê li dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên li Qada
Berxwedanê ya Karker bi pêş ve biçin xistin, li wir 4 dagirker hatin cezakirin.
19’ê Tebaxê saet 15:30’î dagirkerên li derdora çeperên şer
ên li Qada Berxwedanê ya Saca bi taktîka sûîqestê hatine gulebarankirin û 1
dagirker hatiye cezakirin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Cenga Xabûre ya
Savaş Maraş de;
18’ê Tebaxê saet 13:00’an çeperek a dagirkeran a li derdora
çeperên şer ên Girê Şehîd Pîrdogan a li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate
hedefgirtin û li wê hat xistin. Di vê çalakiyê de çeperek hate rûxandin.
18’ê Tebaxê saet 13:45’an û 19’ê Tebaxê saet 18:15’an
dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ji aliyê tîmên me yên YJA Starê
ve bi taktîka sûîqestê hatiye gulebarankirin û 2 dagirker hatine cezakirin.
19’ê Tebaxê saet 16:20’an 1 pergala kameraya mobesse ya ku
dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi cih kiribûn, ji aliyê tîmên me
yên bi tevger ên YJA Starê ve hate rûxandin.
19’ê Tebaxê saet 14:00 û 21:45’an dagirkerên li Qada
Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi taktîka sûîqestê
hatin gulebarankirin û 2 dagirker hatin cezakirin.
19’ê Tebaxê saet 14:30’an 1 sîstema kameraya mobesse ya ku
dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih kiribûn, ji aliyê hêzên me ve
hate rûxandin.
19’ê Tebaxê saet 18:10’an dagirkerên ku xwestin çeperên şer
ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên
kîmyewî bombebaran bikin, bi taktîkên sabotajê hatin li wan hat xistin. Piştî
destwerdana hêzên me, dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.
19’ê Tebaxê saet 18:30’î bi çekên giran li dagirkerên li
Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatiye xistin û hatine derbkirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên
taktîkî û çekên kîmyewî kirine;
Di 19’ê Tebaxê de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya
Karker 23 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin
bombekirin.
Di 19’ê Tebaxê de çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên
Girê Cûdî û Girê Amediyê 4 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên
kîmyewî hatin bombekirin.
Di 19’ê Tebaxê de dagirkeran 2 caran bi bombeyên nukleerî
yên taktîkî û çekên kîmyewî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê
bombe kirin. Hat tesbîtkirin ku rengên gazên kîmyewî yên ku tên bikaranîn zer û
gewr in û bêhn jî dişibe bêhna boyaxê û şewatê.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi tank, çekên giran, obus,
hewan, helîkopter û balafirên şer pêk anîn;
Di 19’ê Tebaxê de qada Qaşûra ya Metîna û Qadên Berxwedanê
yên Kurojahro, Girê Cûdî û Girê Hakkarî 8 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
Di 19’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê Bihar û Sîda 10
caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Di 19’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Şikefta Birîndara,
Girê Cûdî û Girê Hakkarî bi dehan caran bi tank, çekên giran, obus û hawanan
hatin bombekirin.
Di 19’ê Tebaxê de jî qadên Koordîne, Gundê Dêşîşê û Gunde
Serarû yên Metîna bi dehan caran ji qereqolên li ser xeta sînor bi obus û
hawanan hatin bombekirin.”
0 Yorumlar