Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, zarokan qetilkirina zarokên Hesekê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezarkirin.
Zarokên Wargeha Mexmûrê li ber avahiya Kevana Zêrîn bi
daxuyaniyekê qetilkirina zarokan şermezar kirin.
Daxuyanî wiha ye:
“Nemerdno destên xwe yên qirêj ji sukra me zarokan
bikişînin. Di hemu şer û komkujiyan de yên tên qetilkirin zarokin û zarok
zindiyên herî paqij û bê gunehin ser rûyê cîhanê. Em zarok pêşeroja civakanin
di kesayetiya me de pêşeroja netewekê tê hedefgirtin, em ji bo jiyanek bi aram,
azad, wekhev û xweşik jiyanbikin tên dinyayê, şer, pevçûn, dagirkerî û hesabên
we hêzên desthilatdar yên li ser berjewendiyên we yên qirêj, xwesteka we ya ji
bo kar a zêde û netêr bûna nefsa we ya çav birçî dibe sedem ku ji temenê me
zêdetir gule li me were reşandin. Li welatê me Kurdistanê ku ji aliyê çar
dewletên dagirker ve hatî desteserkirin ji dar, ber, giya, ax, çand, hebûn û em
mirov bi qirkirin û talankirinê re rû bi rûne û her roj tên kuştin.
Em weke zarok dixwazin di welatê xwe de li tax û kolanên xwe
leyîstokên xwe bilîzin, bi zimanê xwe bi peyvin, li cihê dengê tank, top û
teyareyan dengê tembor û daholê bibihîsin, ber dengê wana stranên zarokatiya
xwe bistirin, em dixwazin li ber dengê şalul û bilbilan li ser xaka welatê xwe
bê tirs bilîzin û jiyanbikin.”
Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Gelê
Kurd’, ‘Bijî Têkoşîna Zarokên Rojê’ bi dawî bû.
0 Yorumlar