Di encama qezaya trafîkê ya li ser rêya Dîlok-Nîzîpê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li ser rêya Dîlok-Nîzîpê otobusek, wesayîta agirkujiyê, ambulans û wesayîtek a weşana zindî li hev qelibîn û qezaya trafîkê rû da. Li gorî agahiyên destpêkê hat zanîn ku 15 kesan jiyana xwe ji dest daye. Waliyê Dîlokê Davût Gul têkildarî qezayê daxuyanî da û diyar kir ku 15 kesan jiyana xwe ji dest daye 3 kes ji wan personelên agirkujiyê ne, 2 jê personelên tenduristiyê û 2 kes jî rojnamevan in.
Hat zanîn ku rojnamevanên jiyana xwe ji dest dane xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Îhlasê (ÎHA) Muhammed Abdulkadir Esen û Ûmût Yakûp Tanriover in. Her wiha hat ragihandin ku di qezayê de 10 kes jî birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyên li bajêr.
0 Yorumlar