Fermandarê Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê John Brennan li dijî qetilkirina 4 zarokên li Hesekê di êrişa hewayî de hatîn qetilkirin bertek nîşan da û êriş şermezar kir. Brennan diyar kir ku SÎHA’yan li Hesekê komek keçên ciwan ên voleybolê dilîstin hedef girtiye.
Fermandarê Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê John
Brennan bertek nîşanî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Brennan
têkildarî êrîşa 18’ê tebaxê ya li Hesekê bi balafira bêmirov a bi çek (SÎHA)
daxuyaniyek da.
Brennan wiha tîne ziman: “Êvara 18’ê Tebaxê, sîstema
firokeyên bêfirokevan ên çekdar komek keçên ciwan ên ku voleybolê dilîstin kir
hedefa êrîşên xwe. Ew zarok di çarçoveya bernameyekê de bi awayekî çalak ji
aliyê Neteweyên Yekbûyî ve li Hesekê tê piştgirîkirin û perwerdekirin. Ez
vê êrişê şermezar dikim. Em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin.
Zêdebûna şer û pevçûnên leşkerî li vê herêma ku metirsiya
DAIŞ’ê lê berdewam e, li bakurê Sûriyê tevliheviyê çêdike . Em bang li hemû
aliyan dikin ku demildest rageşiyê kêm bikin û dawî li çalakiyên ku
destkeftiyên Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê bidest xistiye dixe xeterê, bînin.”
Fermandarê Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê John
Brennan destnîşan nekiriye ku êriş ji aliyê kê ve pêk hatiye.
Di roja 18’’ê Tebaxê de ji alî balafirên bêmirov ên dewleta
Tirk ve li Hesekê dibistanek hate hedefgirtin û di encama êrîşê de 4 zarok
şehîd bûbûn û 11 kes jî birîndar bûbûn.
0 Yorumlar