Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Endama Meclîsa PAJK’ê Bêrîvan Zîlan bi merasimekê hate bibîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Endama
Meclîsa PAJK’ê Bêrîvan Zîlan ku di 17’ê Hezîranê de dema li ser erka xwe bû li
qadên Parastina Medya, di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk ya faşîst de
şehîd bibû, bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan hate
bibîranîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo Cangoriyên Tevgera
Azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê sicîla Şehîd hat xwendin.
Piştre Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn axivî
û di despêka axaftina xwe de şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anî û wiha dest bi
axaftina xwe kir: “Heval Bêrîvan di temenek ciwan de tevlî şoreşê bû. Di wê
demê de komkujiyek hatibû pêkanîn. Heval Bêrîvan bi rastiya dijmin re mezin
bibû. Dema tevlî nava refên gerîla bû navê xwe kir Bêrîvan Zîlan, ji bo gelê
xwe hertim di nava têkoşînekê de bû. Tevî ku heval Bêrîvan çend car birîndar jî
bibû, soz dabû ku xwîna şehîdan erdê nehêle. Lê mixabin hovîtiya dijmin heval
Bêrîvan Zîlan ji nav mede bir. Em qehramanitiya heval Zîlan çiqas bînin ziman
jî kême. Em dûbare heval Bêrîvan Zîlan bi minetarî bibîr tinin û emê heta
dawiyê şopdarê wê bin.”
Bîranîn bi dirûşemeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo,”
bi dawî bû.
0 Yorumlar